NÛ BÛ II

Li Efrînê teqîneke dijwar rû da

Li navçeya Şêrewa ya Efrînê teqîneke dijwar rû da. Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber teqînê mirî û birîndar hene.

Li navçeya Şêrewa ya Efrînê teqînekê rû da. Teqîn li benda kontrolê ya li gundê Xezawiyê pêk hat, ku li vê derê kar û barên pêşwazîkirina koçberan dihat kirin. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 50 kes birîndar bûne.

Li ser hejmara miriyan agahiyeke zelal bi dest neket.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrînê.

Ji bo birîndarên rakirin nexweşxaneyê, rêveberiya nexweşxaneyê banga alîkariya lezgîn a ji hemû komên xwînê kir.

Şahidên bûyerê dan xuyakirin, ku teqîna li benda kontrolê ji ber êrîşa hewayî ya balafirên şer hatiye kirin. Hat gotin, balafiran 10 bombe avêtine benda kontrolê.