Li Efrîn û Şêxmeqsûdê êrîşên çeteyan didomin
Komên çete ev 27 roj in êrîşî gundên Efrînê û Taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin.
Komên çete ev 27 roj in êrîşî gundên Efrînê û Taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin.
Çeteyên El-Nûsra, Ehrar El-Şam, Ehrar Sûriye û hin komên di bin sîwana Odeya Fetih Heleb de ne, gundên Basûfan, Cilbirê û Başemrê yên girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê bi çekên giran û gundê Bênê bi topên hawanê topbaran kirin.
Li aliyê Helebê jî, çeteyan bi çekên giran û ferdî êrîşî Taxa Şêxmeqsûd kirin. Şervanên YPG/YPJ’ê bersiva êrîşan dan.
Şerê ku di encama bersivdayînê de derket heta niha jî didome. Li ser encamê şer û êrîşan agahiyek nehat bidestxistin.