Li bajarên Strasboûrg ê Fransa û Dusseldorf ê Almanyayê ji bo ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Partiya KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez çalakiya “Edaletê” hat lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYA
çarşem, 13 rêbendanê 2016, 18:44
Li bajarên Strasboûrg ê Fransa û Dusseldorf ê Almanyayê ji bo ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Partiya KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîs hatin qetilkirin çalakiya “Edaletê” hat lidarxistin.
DUSSELDORF
Li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Fransayê ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger çalakiya edaletê hat lidarxistin.
Çalakiya edaletê vê hefteyê bi beşdariya Meclîsa jinan a Viyan a Wûppertal û Meclîsa Jinan a Leverkûsenê destpê kir. Di çalakiyê de dirûşmeyên bi Elmanî, Kurdî û Fransî yên weke “Qatilê Jinan Erdogan”, “Jin Jiyan Azadî”, “Sara Rojbîn Ronahî” û “ Erdoganê Faşîst, Hevkar Fransa” qîr kirin. piştî belavoka bi Elmanî hat xwendin çalakî bi dawî bû.
STRASBOÛRG
Li bajarê Strasbourg ê Fansayê çalakiya edaletê hat lidarxistin. Ji bo her sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin her 15 rojan carekê di pêşegtiya Tevgera Jinên Kurd de li pêşiya avahiya Walîtiya Strasboûrgê çalakiya edaletê tê lidarxistin.
Bi Fransî dirûşmên “Qatil Tirkiye, Hevkar Fransa”, “Jin Jiyan Azadî” û “Ji Bo Kurdistanê çareseriyek Polîtîk” qîr kirin. Çalakî piştî belavoka hat xwendin bi dawî bû.