Li Dortmûndê bîranîna şehîdan
Li bajarê Elmanya Dortmûndê, Îsa Oran û Mesût Sevîtek ên di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.
Li bajarê Elmanya Dortmûndê, Îsa Oran û Mesût Sevîtek ên di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.
Li bajarê Elmanya Dortmûndê, Îsa Oran û Mesût Sevîtek ên di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Di merasîma bîranînê de apê Îsa Oran Mucahît Oran, ji Saziya Malbatên Şehîdan Ahmet Aktaş û Nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axivîn. Bavê Îsa Oran Mehmet Oran jî bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî.
Mehmet Oran anî ziman ku ev 19 roj in ew nikarin cenazeyê kurê xwe Îsa Oran û hevalê wî Mesût Sevîtek rakin û got, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin, em ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin."
Di merasîma bîranînê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Sûrê" û "Şehîd Namirin" hatin qîrîn.