Li dijî girseya dimeşe Cizîrê êrîşa 3. pêk hat

Bi hezaran kesên ku ji bo dorpêça li ser Cizîrê bişkînin danê sibehê ji Hezexê ketin rê li gundê Erbakê cara sêyemîn rastî êrîşê hatin. Êrîşa ku bi piştgiriya helîkopteran ve pêk hat dewam dike.

Bi hezaran kesên ku ji bo dorpêça li ser Cizîrê bişkînin danê sibehê ji Hezexê ketin rê li gundê Erbakê cara sêyemîn rastî êrîşê hatin. Êrîşa ku bi piştgiriya helîkopteran ve pêk hat dewam dike.

Girseya ku li dijî êrîş û dorpêça li ser Kurdistanê danê sibehê ji navçeya Hezex a Şirnexê ber bi Cizîrê ket rê, li nêzî gundên Deştadarê û Kovakê rastî êrîşan hatibûn, tevî êrîşan jî meşa xwe domandin. Girse li gundê Erbakê rastî êrîşa sêyemîn hat. Ji wesayîtên zirxî bi bombeyên gazê û guleyên rast êrîşî gel kirin, gel li ser zeviyan belav bû, bi dirûşmeya, “Bijî Berxwedana Cizîrê” li ber xwe da. 

Hate diyarkirin ku dema êrîşan li ser gund helîkopterên leşkerî digeriyan.

...