Li dijî êrîşên qirkirinê wê li NRW çalakî bên lidarxistin
Bi armanca şermerzarkirina terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, wê li eyaleta Nordrhein Westfalen (NRW) a Elmanyayê çalakî werin lidarxistin.

Bernameya van çalakiyan bi vî rengî ye:
13'Ê ÇILE
Li ber Kaûfhof a Krefeldê saet di 17:00 de wê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Krefeldê û pêkhateyên ABDEM'ê mîtîngek bê lidarxistin.
Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê (AABF), Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dusseldorfê û Însiyatîfa Jinê ya Dusseldorfê wê saet di 15:00 de çelengek reş deynin pêşiya Konsolosxaneya Tirk a li Dusseldorfê û daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Di heman wextê de wê ev çalakî li ber hemû Konsolosxaneyên Tirk ên li gelemperiya Elmanyayê bê lidarxistin.
18-22'Ê ÇILE
Li ber Parlamenta Eyaletê ya li Dusseldorfê wê bi pêşengiya hemû Navendên Civaka Demokratîk a Kurd ên li eyaleta NRW û Tevgear Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), bi armanca agahdarkirina raya giştî der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balkişandina ser terora dewletê ya li Kurdistanê dike, wê kon bê vedan. Çalakî wê saet di navbera 11:00-17:00 de pêk were û wê li vir belavok bên belavkirin. Ev çalakî wê her roj ji aliyê herêmekê ve were meşandin.