Li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon

Şervanên YPG/YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên başûrrojhilatê Hesekê operasyonek li dar xistin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê da xuyakirin ku 3’ê Sibatê li hember çeteyên DAIŞ’ê yên li başûrrojhilatê Hesekê operasyonek li dar xistiye. YPG’ê wiha ragihand: “Hêzên me yên piştî agahi girtin ku çeteyan amedekariya êrîşê dikin, li gundê Elgana ya başûrrojhilatê Hesekê û derdora vî gundî operasyonek li dar xistin. Hêzên me nuqteyên ku çeteyan xwe bi cih kiribûn bi bandor kirin hedef. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.

2’ê Sibatê saet 17.00’an hêzên me piştî tevgere çeteyên DAIŞ’ê ya li başûrê Hasekê tespîtkirin li dijî vê qadê xebateke legerîn û kontrolê meşand. Yekîneyekî me ku dema xwest 3 kesên cilên sivîl li xwe kiribûn û tevgere wan bi guman bû bişopînin mayinek çeteyan di wan de hat teqandin. Di encama vê teqînê de şervanekî me gihişt şehadete û şervanekî me yê din jî birîndar bû.”

YPG’ê di dewama daxuyaniyê de wiha got:
“3’ê Sibatê nêzî saet 10.30’an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser bejahiya başûrê bajaroka Eyn Îsa yê giredayî Kobanê.

3’ê Sibatê hêzên me li ser rêya Cendol a dikeve bakurê Helebê, operasyonek li dar xistin. Hêzên me yên ku çeteyên di nava tevger de bûn kirin hedef, wesayîtek leşkerî ya çeteyan derb kirin. Di vê operasyonê de 2 çete hatin kuştin û çeteyek jî hat birîndarkirin.”