Li Dêrsimê û Çewlikê 9 kes hatin girtin
Li Dêrsimê di operasyonên hemwext ên li cihê cuda ji 11 kesan 8, li Çewlikê jî 1 kes hatin girtin.
Li Dêrsimê di operasyonên hemwext ên li cihê cuda ji 11 kesan 8, li Çewlikê jî 1 kes hatin girtin.
Li Dêrsimê di operasyonên hemwext ên li cihê cuda ji 11 kesan 8, li Çewlikê jî 1 kes hatin girtin.
Li Dêrsimê polîsên Tirk ên roja înê li Taxên Mogûltay û Sîhenkê, gundê Oxê, mezraya Çîçeklî û navçeya Hozatê bi ser gelek navendan de girt. Polîsan di serdegirtinan de 11 kes binçav kirin û ji 11 kesan 8 kes li dadgehê hatin girtin. Kesên bi navê Îlker Çiglik, Hasan Karabûlût û Aydin Ozhan serbest hatin berdan û kesên bi navê Alî Emîr, Tûran Yap, Mûrat Dîrîk, Aydîn Ozan, Barîş Dîzdar, Erkan Çelîk, Pakî Bozkûrt û Mehmet Kaçmaz jî hatin girtin.
Li Çewlikê jî Keyayê Gundê Pinarbeyê Daîmî Bakar serbest hat berdan û welatiyê bi navê Mesût Kaya bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hat girtin. Kaya şandin Girtîgeha Çewlikê.