Li Dêrsimê êrîşî daxuyaniya xwendekaran kirin
Polîsan êrîş birin ser daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo Şerdil Cengîz ê li Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve hate qetilkirin.

Ji bo Şerdil Cengîz ê ku li Amedê ji aliyê tîmên taybet ên dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin, endamên DO-DER û DEM-GENÇ li Dêrsimê li konê sersaxiyê kom bûn, ji Qada Azadiyê bi dirûşmên "Kurdistan Goristan Ji Bo Faşistan" û “ Rêheval Şerdil Nemir E” qîr kirin û meşek li dar xistin. Xwendekaran rê li çûyin û hatinê girtin û daxuyaniya çapemeniyê dan. Piştî daxuyaniyê, xwedekaran xwe li hember wesayîtên zirxî yên polîsên Tirk parastin.
Polîsan bi wesayîtên TOMA êrîşî Konê sersaxiyê yê li Qada Sûka Binerd ê ji bo Şerdil Cengîz hatîbû danîn kirin, ciwanan jî bi keviran bersiv dan.
Pevçûnê demekê berdewam kir.