Li Colemêrgê tevgera helîkopteran
Li Colemêrgê, ji danê sibehê û vir ve helîkopterên artêşa Tirk di nava tevgerê de ne.
Li Colemêrgê, ji danê sibehê û vir ve helîkopterên artêşa Tirk di nava tevgerê de ne.
Helîkopterên bi tîpa Kobra yên ji aliyê Geverê ve hatin, xwe li Leşkergeha Ş. Ast. Fatîh Bulbul a Yenîmahale ya Colemêrgê danîn.
Helîkopterên ku piştî demeke kurt ji leşkergehê rabûn, berê xwe dan Fermandariya Tûgaya Komando û Çiyê ya Colemêrgê. Helîkopter demekê li vir man û dûre ber bi Geverê ve bi hewa ketin.