Li Cizîrê welatiyekî din jî hat qetilkirin
Di encama êrîşên hêzên deweta Tirk ên bi topan ya li ser navçeya Cizîrê, Abdûlsamet Yilmaz ê ku mala wî bû hedefa topan û ji ber parçeyên şarapnelan li bedena wî ket jiyana xwe ji dest da.

Êrîşên hêzên dewleta Tirk a li hember xwrêveberiya gal a li navçeya Cizîrê di roja 31. de bi topan berdewam dikin. Welatiyê bi navê Abdûlsamat Yilmaz ê li Taxa Nûr li ber deriyê xwe bû, di encama topbarana hêzên dewletê, bi parçeyên şarepnelên li bedena wî ket jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yilmaz ji ber nehatina ambûlansê hê ranekirine nexweşxaneyê.
Li aliyê din di encama êrîşên hêzên tîmên taybet ên Tirk ên 9’ê Çileyê ya li Taxa Nûr de, Mehmet Şîrîn Erdînç birîndar bibû û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Erdînç jiyana xwe ji dest da, cenaze ji aliyê malbatê ve hat girtin. Cenazeyê Erdînç jî bi beşdariya welatiyên gundên derdor bi merasîmekê li gundê Krîz spartin axê.