Li Cizîrê ku ev 13 roj in 15 birîndar, 7 cenaze û 9 sivîlên bêhal di jêrzemîna avahiyekê de li benda rizgarikirinê ne, hat ragihandin ku li malek li heman taxê hin birîndarên din jî hene. Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tûnç tevlî weşana Ozgur Gun TV bû, got 37 kes ku birîndar jî di nav de ne, di qatê yekemîn ê avahiyekê de ne û ji ber êrîşan di qatê jor ê avahiyê de şewat çêbûye û şewat hê jî didome.
Her wiha hewldanên ambûlansa Şaredariya Şirnexê û 4 kedkarên tenduristiyê yên ji bo wergirtina birîndarên ku 13 roj in li benda ambûlansê ne û ev 4 roj in agahî ji wan nayên girtin jî bê encam ma.
Piştî ambûlans û ekîba tenduristiyê nêzî kolana ku birîndar lê ne bibûn, topbaranê destpê kiribû. Ji herêma ku heta danê êvarî jî topbaran dewam kir, ambûlans ji aliyê hêzên dewletê bi hinceta ewlehiyê paş de hatibûn şandin.