Li Cizîrê şerekî dijwar diqewime

Li Cizîrê, di navbera hêzên dewletê yên hewl dan bikevin nava taxa Nûrê û hêzên YPS'ê de şer derket. Di şerê li vir de 2 polîs hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Li taxa Cûdî, ciwanek ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin.

Berxwedana Cizîrê Botan a li dijî tank û topên dewleta Tirk, di roja 30. de ye. Ji duh bi şev û vir ve hêzên dewletê bi tankan û maşînên zrixî êrîşî taxan dikin. Duh bi şev li taxa Cûdî, ji ber gulereşandina ji maşînên zirxî, ciwanê bi navê Garîp Mûbariz ê 18 salî, ku gelek fîşek li bedena wî ketin, jiyana xwe ji dest da. Di heman êrîşê de Karataş û kesekî navê wî nehat hînbûn bi guleya polîsan birîndar bûn. Birîndar rakirin Taxa Şah, lê hêzên dewletê nehiştin ambûlans birîndaran rake. Ciwanên bi navê Ahmet Eklîk û Mervan Eklîk ên xwestin biçin cem birîndaran, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û li wesayîta zirxî hatin siwarkirin.

Li aliyê din, polîs û leşkerên Tirk danê sibehê xwestin bikevin nava taxa Nûrê û li ser bersiva hêzên YPS'ê şer derket. Di vî şerî de 2 polîs hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Hat îdîkakirin ku yek ji leşkerên birîndar serheng (yarbay) e. Birîndar û polîsên hatin kuştin, sewqî Şirnexê hatin kirin.