Li Cizîrê rewşa dawî: Gel li dijî êrîşan kolanan bernade

Li taxên Cizîrê bi çekên giran êrîş didomin, bombeya ku hêzên dewleta Tirk avêtin Taxa Yafesê li mala malbata Çomlek ket. Di encama teqînê de Halîme Çomlek û zarokê wê Aras Çomlek birîndar bûn.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi îlankirina qedexeyên kolanan ve êrîşên zêde bûn dewam dikin. Li taxên Cizîrê bi çekên giran êrîş didomin, bombeya ku hêzên dewleta Tirk avêtin Taxa Yafesê li mala malbata Çomlek ket. Di encama teqînê de Halîme Çomlek û zarokê wê Aras Çomlek birîndar bûn.

Li navçeyê jiyangeh bi çekên giran tên hedefgirtin, tax bi tankan tên bomberdûmankirin. Pevçûnên ji saetên sibehê destpê kirin, ber bi saetên êvarî zêde bûn. Êrîş herî zêde li ser Taxa Yafesê ye. Yek ji bombeyên ku hêzên dewleta Tirk li taxê dibarandin li mala ku malbata Çomlek lê rûdinişt ket. Halîme Çomlek û kurê wê Aras Çomlek ên li ser sifra xwarinê bûn, birîndar bûn. Hate ragihandin ku yên birîndar bûne rewşa wan ne giran e, êrîşên li ser taxê yên bi topan, bombeavêjan û çekên giran dewam dikin.

Her wiha tank û wesayîtên zirxî yên li ser Girê Aşk ê li Taxa Nûrê hatine bicihkirin, li taxê guleyan direşînin, bi dehan caran li Kolana Varol a taxê top barandin. Di encama topbaranê de gelek mal xera bûn, gel mal jî şewitîn. Leşkerên ku bi wesayîtên zirxî yên Kîrpî, Kobra û kepçeyan hewl dan bikevin taxê, rastî berxwedana gel û ciwanan hatin, li ser vê neçar man vekişin. Hate ragihandin ku roketek li tanka ku li ser Taxa Cûdî top dibarand ket, di encam de tank hatiye texrîpkirin.
Ber bi danê êvarî êrîşên leşker, polîs û cerdevanên Tirk zêde bûn, berxwedana gel û ciwanan jî li kolanan bi çepik û tilîliyan ve didome. Li ser gelek taxên navçeyê top tên barandin, gelê ku li nav kolanan digere bi çepik û tilîliyan piştgirî dan ciwanên berxwedêr. Komeke kul i Kolana Mezbahane ya Taxa Cûdî di bin topbaranê de kom bû, daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Meclîsa Cizîrê Mehmet Tûnç tevlî daxuyanî bû, diyar kir ku wê gelê Kurd ti carî li hember zilm serê xwe netewîne, wiha berdewam kir: “Em wek gelê Kurd bi salan li hember zilama zaliman bi awayekî bi rûmet me li ber xwe da. Bi çendan caran xwestin me tine bikin, lê têk çûn û her carê jî bi berxwedanek xurtir re rû bi rû man. Her çiqasî êrîşên faşîzma qirêj zêde dibin bila bibin wê berxwedana gel jî ewqasî mezintir bibe.”

Tûnç destnîşan kir ku dema daxuyaniya çapemeniyê li ser taxê topan dibarînin, got gelê Kurd ji tankan, topan natirse û wê têkoşîna gelê Kurd a bi rûmet hêzên faşîst têk bibe. Tûnç wiha axivî: “Divê tevahî gelê Kurd bikeve nav berxwedanê. Divê ti beş bi hêzên qirêj re nekeve nav tfaqan. Bila ti kes li dijî gelê xwe dijminantiyê neke. Wê berxwedana bi rûmet a gelê me tevahî tfaqên qirêj xera bike û wê berxwena gelê me bi ser bikeve. Divê her kes çi dikeve ser milên wan pêk bînin. Êdî pêwîst e di nav vê têkoşîna bi rûmet de cihê xwe bigirin. Wê faşîzm li ser axa Cizîr û Silopiyayê têk biçe. Pêwîst e her kes berxwedanê mezintir bike.” 

Li navçeyê gel li kolanan berxwedanê û nobedê didomîne.