Li Cizîrê, qeymeqamtî nahêle alîkarî li gel bê belavkirin

Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr diyar kir ku gel bi xwe û rêxistinên civakî yên sivîl alîkarî ji bo gelê Cizîrê kom kirin û şandin navçeyê, lê belê qeymeqamiyê nehiştiye alîkarî bikeve nava Cizîrê.

Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr diyar kir ku gel bi xwe û rêxistinên civakî yên sivîl alîkarî ji bo gelê Cizîrê kom kirin û şandin navçeyê, lê belê qeymeqamiyê nehiştiye alîkarî bikeve nava Cizîrê.

Li Cizîra Botan dorpêça rewşa awarte ya li hemberî vîna gel a xwerêvebirinê di roja 30. de ye. Ji ber dorpêç û ambargoyan pêdiviyên jiyanî yên gel jî tê astengkirin. Alîkariyên ku ji aliyê saziyên civaka sivîl û şaredariyên DBP'ê ve tê komkirin jî tê astengkirin. Çapemeniya şer jî, tevî ku belavkirina alîkariyan bi fermana qeymeqamiyê û bi destê leşker û polîsan tê astengkirin jî, hewl dide berpirsyariyê bixe stûyê Şaredariya Cizîrê û Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz. 

Hevşaredarê Cizîrê Kadrî Kûnûr nerazîbûn nîşanî van nûçeyan da û da zanîn ku ketina bajêr a TIR'ên alikariyê bi fermana qeymeqamiyê hatiye asteng kirin û zorê didin wan ku bi rêya xeta 155 a polîsan alikarî werin belavkirin. Kûnûr da xuyakirin, ku dewlet belavkirina alîkariyên ji şaredariyên DBP'ê tên asteng dike. Kûnûr ragihandin ku pêdiviya gel zêdetir bi arvan û zad heye û wiha axivî: "Ji ber ku pêdiviya bingehîn arvan e. Em ji ber van qedexeyan nikarin ji gelê xwe re arvan belav bikin. Em dikarin ji bo gelê xwe pir tiştan bikin, amadekariyên me jî heye lê asteng dikin."

Kûnûr destnîşan kir ku gelê Cizîrê bi hevgirtin û parvekirinê hewl dide pirsgirêkan çareser bike û wiha got "Her kes deriyên malê xwe ji hev re vedike. Nanê xwe parve dike. Lê dibe ji niha û pê ve rewş girantir bibe. Ji ber ku Cizîr di bin tecrîdê de ye."