Li Cîzîrê gel tevî êrîşan daket kolanan
Li Cîzîra terora dewletê didome, bi hezaran welatî daketin kolanan, êrîş protesto kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî beşdarî meşê bû û banga li gelê Kurd kir ku tevli berxwedanê bibin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî taxan berdewam dike, bi hezaran kesên ku qedexe nas nekirin li taxa Yafesê li bejahiya vala kom bûn. Ji vir ber bi navenda navçeyê ve meşiyan û di meşê de dirûşmên "Bijî Berxwedana Cizîrê" "Em ê Bi Berxwedanê Bi Ser Kevin" û "Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan" qîr kirin.
Girse ya ji taxên Alîbey û Dîcleyê derbas bûn hatin taxa Nûrê. Li vir Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz axivî û diyar kir ku êdî hewceyî gotinan nîne û hemû gelê Kurdistanê divê bi berxwedana Botanê re bibe yek.
Piştî axaftinan gel bi dirûşman ve derbasî taxa Yafesê bû.