Li Cizîrê êrîşî didomin
Girseya ku di nav de Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz ji bo birîndarên li Taxa Cûdî ya Cizîrê û kesên li taxa hatin qetilkirin rakin ketibûn nav hewldanê, rastî gulebarana hêzên dewletê hatibûn, êrîş hê jî didomin.
Girseya ku di nav de Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz ji bo birîndarên li Taxa Cûdî ya Cizîrê û kesên li taxa hatin qetilkirin rakin ketibûn nav hewldanê, rastî gulebarana hêzên dewletê hatibûn, êrîş hê jî didomin.
Girseya ku di nav de Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz ji bo birîndarên li Taxa Cûdî ya Cizîrê û kesên li taxa hatin qetilkirin rakin ketibûn nav hewldanê, rastî gulebarana hêzên dewletê hatibûn, êrîş hê jî didomin. Hat ragihandin ku di êrîşê de nêzî 10 kes hatin birîndarkirin, cenazeyê 3 kesên ku ji taxê jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Êrîşên topan ên hêzên dewleta Tirk a li hember Taxa Cûdî jî dewam dike.
Êrîş û terora dewlet Tirk a li ser Cizîrê di roja 38. de didome, rexmê ku biryara “Tedbîrê” ya DMME’ê ya ji bo rakirina birîndaran jî, hêzên dewleta Tirk rê nade ku li gel 4 birîndaran û Serhat Altûn, Ahmet Tûnç û Mehmet Kaplan ên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin bê rakirin. Ji bo rakirina wan jî gelê ku xwestin biçin Taxa Cûdî li ser rêya Nisêbînê bi gulebarandina hêzên dewletê re êrîş jî hê didomin.
Girseya ku hatin ser rêya Nisêbînê ku di nav de parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî hebû ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatin gulereşandin. Di encama êrîşan de rojnamevanê IMC TV Refîk Tekîn jî di nav de nêzî 20 kes birîndar bûn. Li ser dewamkirina êrîşan beşek girseyê xwe di malên li Taxa Cûdî û beşa din a ku parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî di nav de, derbasî malên li Taxa Dagkapiyê bûn. Mala ku Sariyildiz û Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Konûr bi topên tank, top û bi guleyan kirin hedef. Di encama êrîşan de 2 de welatiyên ku derketin birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û 3 welatî jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Di encama êrîşan de hê nayê zanîn ku çend kes birîndar bûne, birîndarên din û cenazeyên Serhat Altûn, Ahmet Tûnç û Mehmet Kaplan ên ji taxê girtin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û welatiyên li gel ên ku xwe di mal de diparastin dema ku derbasî Şaredariya Cizîrê dibûn, pêşiya wan hat girtin. Li vir endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Şerafetîn Elçî hat derbkirin û binçavkirin.
Di encama gulereşandinê de Mehmet Eren, Nazdar Ecevît, endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Selahatîn Ecevît, Abdûrehman Pocal, Savaş Ozkan(17) û Refîk Tekîn (Dîmenkêşê IMC TV) hatin birîndarkirin.
Li aliyê din li gel gulereşandina hêzên dewleta Tirk ên ji wesayîtên zirxî jî êrîşên bi top û tankan jî dewam dikin.