Li Cizîrê 2 kesê din jî hatin qetilkirin

Li Cizîrê di encama gulereşandina hêzên dewleta Tirk ên seatên şevê de 2 kesên din jî hatin qetilkirin.

Li Cizîrê di encama gulereşandina hêzên dewleta Tirk ên seatên şevê de 2 kesên din jî hatin qetilkirin.

Êrîşên terora dewleta Tirk yên li ser navçeya Cizîr a Şirnexê di roja 31. de li ser Taxa Cûdiyê dijwar bû. Di gulereşandina tîmên taybet ên tankan û wesayîtên zirxî de 2 welatiyên navên wan ne hat zanîn, hatin qetilkirin.

Cenaze ji aliyê welatiyan ve heta rêya Nisêbînê hat anîn. Li vir bi wesayîta cenazeyan rakirin Neweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.