Li çar navenda dewleta qatilê jinan hat protestokirin/HAT NÛKİRİN

Jinên li Amed, Sêrt, Êlih, Mêrdînê li dijî qetlîamên dewletê yên li ser jinan bi meşekê protesto kirin.

Bi hezaran jinên ku bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) ve daketin kolanan terora dewletê û qatlîamên jinan bu daxuyanî û meşan şermezar kirin. Di çalakiyan de jinan berxwedana xwerêveberiyan silav kirin û diyar kirin ku berxwedana gel û jinan dê dorpêç û qatlîaman ji holê rake.

AMED

Kordînasyona KJA'yê ya Amedê ji bo şermezarkirina dorpêç û qatlîamên jinan meş li dar xist. Bi hezaran jinên ku li ber avahiya DBP'ê ya Amedê kom bûn ber bi Parka Koşuyoluê ve dest bi meşê kirin. Jinên ku dirûşmên "Jin jiyan azadî berz kirin" "Bijî berxwadan jinan" berz kirin û pankarta "Kujerê jinan dewlet e" hilgirtin. Di dema meşê de welatiyên ku derketin şaneşinan jî piştgirî dan jinan. Meşa jinan li Parka Koşuyolu bi dawî bû.

CİHAN BÊDENG E

li vir aktîvîsta KJA'yê Derya Ozgul axivî û diyar kir ku li ber çavên hemû cihanê li Kurdistanê qatlîam tên kirin û wiha got: "Dikevin hundirê kolan, tax, dibistan û malên me û bombeyn davêjin, dişewitînin û xira dikin, jiyanên me pêşeroja me tê tunekirin. Cihan li hemberî vê yekê bêdeng dimîne. Li kolanên me TOMA, panzer, dupişk digerin. Dema ku mijar kurd bin hemû dibin yek. Çapemenî qatlîaman vedişêre."

Ozgul bal kişand li ser jinên ku li Cizîr, Sîlopî, Şirnex, Nisêbîn, Sûr, Farqîn û Stenbolê hatine qetilkirin û wiha got: "Kujerê jinan dewlet e. Ev hovîtiya li dijî jinan sucê li dijî mirovahiyê ye. Li hemberî vê tirsa ku hatiye afirandin berxwedana jinan hêviya nû ya mirovahiyê ye." Ozgul banga xurtikirina têkoşînê kir. Ozgul ev tişt anî ziman: "Em nîşanî hemû cihanê bidin ku hêviya nû ya cihanê xwerêvebirin e. Jinên Kurdistanê ne tenê ne. Dîrok her tim dîroka yên li ber xwe didin e."

Parlamnetera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp jî diyar kir ku hojîtiya herê mezin a 40 salan tê jiyîn û hete xwedî li berxwedanê neyê derketin dê mehmukû dewleta faşîst bibin. Yîgîtalp got ku bêdengiya li dijî qatlîaman şêrikbûna suc e.

MÊRDÎN

Aktîvîsên KJA’yê yên herema Mêrdînê bi boneya êrîşên dewletê yên li hember jinê û qetilkirina jinan a di demên dawî de şermezar bike, li Nisêbînê li hev kom bûn. KJA’yî li ber avahiya rêxistinê DBP’ê ya Nisêbînê kom bûn û heta Seyrangeha Aştiyê ya li navenda Sûkê meş li darxistin. Di meşê de parlementera HDP’ê ya Wanê Tuba Hezer, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê û gelek endamên KJA’yê amade bûn. Di meşê de jinan pankarta “Qatilê jinan dewlet e” û dowîzên jinên di demên dawî de hatin qetilkirin hildan û bê navber sloganên “Jin jiyan azadî”, “Dewleta qatil dê hesab bide”, “Bijî berxwedana Nisêbînê”, “Bijî berxwedana Amedê” û “Jinên hatine qetilkirin rûmeta me ne” berz kirin.

Meş li ber Seyrangeha Aşîtiyê bi dawî bû û li vir daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Li ser navê KJA’yê Hevseroka DBP’a Mêrdînê Perîxan Agaoglu daxuyanî xwend û îşeratî rapora ÎHD’ê kir û got ku di êrîşên dawî de herî kêm 400 welatî hatine qetilkirin û ji van welatiyan jî di nav 5 mehên dawî de di encama şerê qirêj de 53 jin û 45 zarok hatine qetilkirin. Agaoglu destnîşan kir ku di qedexeyên derketina kolanan de ên li Kurdîstanê de jin bûne hedefa şîddetê û bi qetliyaman re rû bi rû mane û got ku bi qedexeyan re pîvanên êrîşan ên li hemberî jinan çiqaz mezin e li ber çavan e.

Piştî Agaoglu parlementer Tuba Hezer jî diyar kir ku jin bi destê dewletê tên qetilkirin û got ku ew ê wek jinên kurd û ku azadiya jinê dixwazin li hember van polîtîkayên tevkujiyê yên dewletê têkoşîna xwe bilind bikin.

Piştî daxuyaniyê jinan bi lîlandin û berzkirina dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn û jin li wesayîtan siwar bûn û ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kerboranê ber bi Kerboranê ve derketin rê.

DERSIM

Hevparên KJA'yên Dersimê li kolana Hunerê heta pira Mamekiyê meşiyan. Di meşê de pankarta "Kujerê jinan dewlet e" hate vekirin. Di çalakiya ku gelek jin beşdar bûn de dirûşmên "Jin jiyan azadî" "Kujerê jinan dewlet e" hatin berzkirin de wêneyên jinên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin jî hatin hilgirtin. Jinan li pira Mamekiyê demekê rê ji trafîkê re girtin.

SÊRT

Bi pêşengiya KJA jinên ku li ber avahiya HDP'ê kom bûn daxuyanî dan. Di çalakiyê de "Kujerê jinan dewlet e" hate vekirin. BEriya ku jin bimeşin endema KJA'yê Gulbahar Aksoy axivî û wiha got: "Îro jinên kurd li dijî terora dewletê mirinê idgirin ber çavên xwe û li ber xwe didin."

parlantera HDP'ê Besîme Konca jî jinên kurd ên ku li ber xwe didin silav kir û li dijî polîsên ku çalakî dorpêç kirine nerazîbûn nîşan da.

Jinan piştî daxuyaniyê bi dirûşma "Bijî berxwedana Cizîrê" dest bi meşê kirin. Polîsan bi barîkatan ve xwestin pêşiya jinan bigirin û li ser vê yekê jinan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Jinan bi diruşman ve 15 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn û piştre çalakî bi dawî bû.

ÊLIH

Hevparên KJA li Êlihê jî li kolana Gulistanê hatin cem hevû daxuyanî dan. Di çalakiyê de "Kujerê jinan dewlet e" hate vekirin. Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan li vir axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di 2006'an de bi gotina serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan ê "Jin be jî zarok be jî dê ya pêwîst bê kirin" qatlîamên jinan daye destpêkirin. Aydogan wiha got: "Jin dê axa xwe neterikînin. Heke bi vî rengî berdewam bike hûn ê di bin pirsgirêka kurd de bimînin. Berxwedana gel dê dorpêç û operasyonên we ji holê rake. Ev polîtîkayên bêencam in."

Daxuyanî bi dirûşman ve bi dawî bû.

WAN

Kongereya Jinên Azad (KJA) a Wanê ji bo terora dewletê û qatlîamên jinan şermezar bikin çalakî li dar xistin. Bi dehan jin li ber Parka Musa Anterê civiyan. Jinan di çalakiyê de pankarta li ser “Kujerê jinan dewlet e” û dowîzên wek “Jin jiyan azadî” , “Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin" û “ Bi rihên Ekîn Wan û Sakîneyên dê têbikoşîn” nîvisî hildan.

Jinan di çalakiya xwe de bê navber dirûşmeyên wek “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azad” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin û di dorpêşça sedan polîsan de ligel stranên şoreşgerî govend gerandin. Polîsên bi amedekarî hatin cihê çalakiyê bi hinceta “Ewlehiyê” li çenteyên jinan geriya û jinan pertek nîşanê nêzîkatiya polîsan dan.

HEVSEROK RASTÎ HEQAKARETÊ HAT

Her wiha dema ku Hevseroka HDP’ê ya Wanê Derya Heyva hat cihê çalakiyê jî rastî heqereta polîsên jin hat û di nav bera jinên çalekvan û polîsan de qarqeşe derket. Derya li ser gotina jinên polîs a ku jê re gotin “Hebe heywan” pertek nîşan da û got dewlet jinê ber dide jinê û sedema vê nêzîkatiya jinên polîst metîngeriye. Pişt re jinan di dorpêça polîsan de daxuyanî dan çapemeniyê. Aktîfîstê KJA’ya Wanê Dîlek Guler li ser navê hemû jinan daxuyanî xwend û diyar kir Dîlek êrîş û komkujiyên li navçeyên Cizir, Sur û Sîlopiya yê bibir xwist û ev tişt got: “ Li Sîlopiyayê jina ducanî Zeynep Y ilmaz bi guleya polîsan hate qetîlkirin. Zarok jî di nava dayika xwe de hate kuştin. zarokên ku hêj nehatibe dînê û hatibe qetîlkirin ev tê wê wateyê ku dewlet nemayê û hikûmet rojên xwe yên dawî dijî.”

 

Guler di dawiyê de got ku eger sibê jin azad bibin ev bi saya têkoşîna jinên ku li qadan e û dê jin bi têkoşîna xwe azadiya xwe bidest bixin . Pîştî daxuyaniyê jin heya avahiya rêxistina DBP’ê ya Wenê bi dirûşme û bi lêdana pîpîkan meşiyan.