Li çalakiya Kon a li Dusseldorfê berxwedan hatin silavkirin

Li Dusseldorfê çalakiya kon a ku ev 4 roj in berdewam dikir, bi dawî bû.

Li Dusseldorfê çalakiya kon a ku ev 4 roj in berdewam dikir, bi dawî bû.

Li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropa çalakiya kon a ku bi şîara “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statû” di 21-24’ê Kanûnê li Dusseldorfê destpêkiribû, îro jî berdewam kir. Çalakiya ku îro saet 12:00-14:00 destpêkir, bi çalakiya xelaka mirovan bi dawî bû.

Çalakiya li pêşengtiya TJK-E destpêkirî, Meclisa Jinan a Dusseldorf, Meclisa Jinan a Viyan a Wûppertal, însyatîf û komînên Jinan ên Monchengladbach, Krefeld, Grevenbroîch, Neuss, Solîngen û endamên Buroya Aştiyê a Jinên Kurd (CENÎ) beşdar bûn.

Di çalakiya kon a li pêşiya Dusseldorf Haûptbahnhofê, ji Ocalan re Azadî û ji bo Kurdistanê jî Statû hat xwestin. Di tevahiya çalakiyê de bal kişandin ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê û xwerêveberiya li Kurdistanê, her wiha berxwedana gel hat silav kirin.

Çalakiya Kon a ku çar rojan berdewam kir bi xelaka mirovan ve bi dawî bû.