Li Bokanê çalakiyên Roja Zimanê Dayikê

Li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, di çarçoveya parastina çand û zimanê Kurdî de çalakiyek hate lidarxistin.

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, Navenda Çand û Perwerdehê ya Beyan li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya nivîskar, helbestvan û lêkolînerên di warê ziman û wêjeya Kurdî de merasîmek bi heybet li darxist.

Di merasîmê de hejmarek panelên zanistî û wêjeyî li ser girîngiya ziman û perwerdehiya bi zimanê dayikê hatin pêşkêşkirin û çend helbestên Kurdî hatin xwendin.

Heman demê de , koma muzîkê ya ciwanan a bi serkêşiya Mesûd Yara sirûda ‘Zimanê Kurdî yê Şîrîn û Xweşik’ pêşkêş kir. Her wiha Mamosta Fuad Yara û Reşîd Heyderî bi paçe musîkayekê dilsoz beşdar bûn.

Di hema çarçoveyê de, Encûmena Çandî, Hunerî û Wêjeyî ya Bokanê bi boneya Roja Zimanê Dayikê bi beşdariya nivîskar, helbestvan û pisporên ziman û wêjeya Kurdî yên Kurd li Hola Mesture ya Kurdistanê duh merasîmek li dar xist.

Hadî Xudayî, Qadir Azmend, Sergul Rehîmî û Dr. Mistefa Îlxanzade têkildarî giringiya ziman û rola mamostayên Zimanê Kurdî, axivîn.

Di dawiya merasîmê de, ji bo rêzgirtina li temenek tejî xizmet Dr. Mistefa Îlxanîzade û hejmarek mamosteyên zimanê Kurdî hatin xelatkirin.