Li Berlînê dewleta Tirk bi greva birçîbûnê tê protestokirin
Li paytexta Almanya Berlinê ciwanên Kurd ji bo protestokirina terora dewleta AKP‘ê û Serokkomarê Tirk Erdogan çalakiya greva birçîbûnê ya 4 rojan dan destpêkirin.
Li paytexta Almanya Berlinê ciwanên Kurd ji bo protestokirina terora dewleta AKP‘ê û Serokkomarê Tirk Erdogan çalakiya greva birçîbûnê ya 4 rojan dan destpêkirin.
Greva birçîbûnê ya li qada Brandenburger Torê ji aliyê YXK Berlîn û ciwanên PYD ê ve hat birêxistinkirin bi tevlîbûna 25 ciwanên Kurd, Elman û Tirk pêk tê. Greva birçîbûnê ya ciwanên Kurd duh saet di 14.00‘an de destpê kir û wê sibehê heta saet 17.00‘an berdewam bike. Greva birçîbûnê wê bi meşeke ji Brandenburger Torê heta ALEXANDER Platzê bê bidawîkirin.
Têkîldarî greva birçîbûne ya ciwanan, endamê rêxistina YXK Berlîn û Berdevkê çalakiyê Paul Martîn wiha axivî: “Em ji duh nîvro ve li vir in. Em bi armanca protestokirina polîtîkayan dewleta Tirk a li ser gelê Kurd civiyan e. Her wiha divê ev polîtîkayên li ser Kurdistanê demildest bê bidawîkirin. Divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bikeve rojevê û em demildest rakirina qedexeya li ser PKK ê ya li Elmanya û tevahiya Ewropayê dixwazin.”
Martîn bal kişand ser polîtîkayên hikûmeta Elman a alîkariyê dide dewleta Tirk û wiha got: “Ew 3 milyar euroyê ku li ser navê penaberan şandin, wê ji bo şerê li dijî Kurdistanê bê bikaranîn. Lê, em baş dizanin wê ev şerê li ser dijî Kurdan bibe sedem ku hê gelek kes ji warên xwe koçber bibin.”
‘ÇALAKIYÊN XWE DEWAM BİKİN’
Martîn got terora dewleta Tirk ne tenê li herêmên Kurdistanê, her wiha li Stenbol û bajarên din jî li ser Kurdan dimeşe, wiha dewam kir: “Êrîş hene, sivîl tên kuştin, zarok, kal û pîr tên kuştin. Li ser medyayê jî zexta dewletê di asta herî bilind de ye.”
Martîn da xuyakirin ku ev çalakiya li gorî gel û ciwanên li Kurdistanê, li Cizîr û Amedê li ber xwe didin, lebateke biçûk e, wiha pê de çû: “Lê, em ê wiha bala raya giştî û gelê Elman jî bikişînin ser şerê qirêj ê li dijî gelê Kurd. Li gel vê jî em ê bi xebatên cur bi cur çalakiyên xwe dewam bikin.”
DESTEKÊ BIDIN BAKURÊ KURDISTANÊ
Endamê PYD Berlîn Mehmûd Sebrî got ev 2 roj in li vir di greva birçîbûne de ne, êrîş û terora dewleta Tirk û AKP’ê ya li ser gelê Kurd, Bakur û Rojava şermezar dikin.” Sebrî her wiha anî ziman ku dewletên alîkarî didin dewleta Tirk û DAIŞ’ê jî şermezar dikin. Sebrî wiha bang li saziyên navneteweyî û mafên mirovan kir: “Destekê bidin Bakurê Kurdistanê û ev komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, bidin sekinandin.”