Ji bo veşartina cenazeyê Serhat Dogan ê li Sûrê hat qetilkirin, bi hezaran kes dimeşin.
Cenazeyê Serhat Dogan (19) ê li navçeya Sûrê ya Amedê, ji ber êrîşên çekdarên dewleta lTirk ji yana xwe ji dest da, ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Gazî Yaşargîl hate wergirtin.
Bi hezaran kesên ku cenaze wergirtin ber bi Goristana Yenîkoyê ve dest bi meşê kirin. Di dema derxistina cenaze ji nexweşxaneyê de, maşînên zirxî yên hêzên çekdar ên dewleta Tirk pêşî li girseya gel girtin.
Polîsan gotin ku ew ê nehêlin konvoya cenaze ji Seyrantepe û kolana Sentoyê bê derbas kirin. Polîsên Tirk xwestin cenaze ji pişt Peyasê bê derbas kirin. Li ser vê yekê alozî derket. Piştî demeke konvoy ji rêyên pişt Peyasê ber bi goristanê ve derket rê.
'HER DER BERXWEDAN'
Di vê navberê de merasîma dihat payîn li Koşûyolû bê lidarxistin, hat betalkirin. Bi hezaran kesên ji Koşûyolû bi rê ketin, dirûşmên ""Amed ranezê, li şehîdê xwe xwedî derkeve", "Ji gerîlayên li Sûrê li ber xwe didin re hezar silav", "Her der Sûr e her der berxwedan e" qîriyan.
Bi hezaran kes bi qîrîna dirûşmeyan ber bi Goristana Yenîkoyê ve dimeşin.
Di vê navberê de bi hezaran kesên ber bi avahiya rêxistinên HDP û DBP'ê meşiyan, li kolana Sento rastî êrîşa çekdarên Tirk a bi fîşekên rastî, gaza îsotê û ava şid hatin.
Polîsên rûyê wan bi maske ji maşînên zirxî daketin, berê çekê dan gel û gule reşandin. Hînê jî gelek maşînên zirxî û TOMA li kolanê digerin.