Li Amedê polîsên Tirk 3 kes înfaz kirin

Piştî çalakiya ji bo Sûrê ya rastî êrîşa polîsên Tirk hatibû, di bin sûrên dîrokî de 3 kes ji aliyê polîsan hatin înfazkirin.

Piştî çalakiya ji bo Sûrê ya rastî êrîşa polîsên Tirk hatibû, di bin sûrên dîrokî de 3 kes ji aliyê polîsan hatin înfazkirin.
Meşa îro ji bo dorpêça 23 roj in li ser Sûrê didome bi dawî bibe pêk hat, rastî êrîşa polîsan hat. Piştî êrîşên polîsan 3 kes ji aliyê hêzên dewletê hatin înfazkirin. 

Nuqteya cihê bûyerê jî li qiraxa Cadeya Tûrîstîk a di bin sûrên dîrokî de ye. Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku cenaze hê jî li vê nuqteyê ye.

Jinên ku laçikên xwe yên spî bi darekê vekirin hewl dan biçin cem 3 kesên hatine înfazkirin jî ji aliyê tîmên taybet hatin tehdîtkirin.

Çûyina parlamenter û gel jî ji aliyê polîsên Tirk tên astengkirin. Polîsan ev der xistin dorpêçê.
Ambûlansên hatin jî asteng kirin. Tevî astengkirina polîsan jî gel li cihê bûyerê kom dibe.

...