Li Amedê polîsan dest bi êrîşê kirin, gel li ber xwe dide

Girseya gel a li Amedê ciwanên hatin qetilkirin bibîr tîne, rastî êrîşa polîsan hat. Gel li hemberî êrîşan li ber xwe dide.

Piştî veşartina cenazeyên Şerdil Cengîz (21) û Şiyar Salman (19), girseya gel ber bi cihê ciwan lê hatin qetilkirin ve meşiya. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li vê derê, girseya gel ji bo tevlî Civîna Koma HDP'ê ya Meclîsê bibe meşiya taxa Ofîsê. Lê belê polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî girseya gel a hat Ofîsê kirin. Gel jî li hemberî êrîşan dest bi berxwedanê kir.