Li Amedê êşkence li girtiyekî hate kirin: Tiliyên wî hate şikandin

Li Girtîgeha Tîpa T ya Nimreya 3’an a Amedê êşkence li girtiyê bi navê Kûrbanî Ozcan hate kirin û tiliyên wî yên destan hatin şikandin.

Hat destnîşan kirin ku gardiyanan tiliyên destê girtiyê edlî Kurbanî Ozcan ê li Girtîgeha Tîpa T ya Nimreya 3’an a Amedê şikandine. Hate diyarkirin êşkence li girtiyê bi navê Kûrbanî Ozcan hate kirin û tiliyên wî yên destan hatin şikandin. Malbata Ozcan a ku duh bi telefonê bi kurê xwe re axivîne ev agahî parve kir: “Lawê me ji me re got, gardiyanan beriya çend rojan li wî dane û tiliyên destê wî şikandine.”

Malbata Ozcan, da zanîn ku di dema hevdîtina telefonê de 3 caran telefon hatiye birîn û diyar kir ku li dijî tundiya li kurê wan hatiye kirin serî li Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Amedê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Baroya Amedê dan.

Malbata Ozcan, da zanîn ku ji bo xetereya jiyana kurê xwe bi fikar in û anî ziman ku tu aliyê hiqûqî û mirovî yê vê tundiyê tune.