Li Amedê bi sedan jinî banga piştgiriya berxwedanê kir
Li Amedê di pêşengiya jinan de bi dirûşma, ‘Dewleta Qatilê Jinan’ ve meş hat lidarxistin. Di meşê de banga xwedîderketina xwerêveberiyan hat kirin.
Li Amedê di pêşengiya jinan de bi dirûşma, ‘Dewleta Qatilê Jinan’ ve meş hat lidarxistin. Di meşê de banga xwedîderketina xwerêveberiyan hat kirin.
Li Amedê di pêşengiya jinan de bi dirûşma, ‘Dewleta Qatilê Jinan’ ve meş hat lidarxistin. Di meşê de banga xwedîderketina xwerêveberiyan hat kirin, her wiha li dijî yên li hember qetlîaman bê deng dimînin jî bertek hatin nîşandan.
Li Amedê di pêşengiya jinan de bi dirûşma, ‘Dewleta Qatilê Jinan’ ve meş hat lidarxistin. Di meşê de banga xwedîderketina xwerêveberiyan hat kirin, her wiha li dijî yên li hember qetlîaman bê deng dimînin jî bertek hatin nîşandan.
Li Amedê di pêşengiya KJA de bi dirûşmeya ‘Dewleta Qatilê Jinan’ ve meş hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, Berdevka Pêvajoyê ya KJA Ayla Akat Ata û bi sedan jin tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên jinên ku ji aliyê dewletê hatine qetilkirin hatin rakirin, bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Xeta Bêrîtan, Rêberê Me Ocalan” ve jin ji avahiya DBP’ê ya Bajar heta Koşûyolû meşiyan.
Li ser navê jinan daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endama KJA’yê Derya Ozgul hat xwendin. Ozgul wiha got: “Li ber çavê hemû cîhanê qetlîamek pêk tê. Kolanên me, taxên me, dibistanên me heta hundirê malên me tên bomberdûmankirin. Cîhan li hember vê zilmê bê deng dimîne.”
‘QATIL DEWLET E’
Ozgul destnîşan kir ku bi taybet jin dibin hedefa sekvanan, wiha dewam kir: “Li qatil negerin. Qatil tîmên taybet û dewlet e.”
Ozgul nivîsên ku li dibistanan ji aliyê tîmên taybet ên Tirk hatibû nivîsandin û wêneyên wan hatibû kişandin bi bîr xist.
‘PÊWÎST E XWEDÎDERKETINA BERXWEDANÊN XWERÊVEBERIYÊ HETA DAWIYÊ BIDOME’
Ozgul bal kişand ser polîtîkayên hovane yên dewletê yên li ser jinan, wiha got: “Divê xwedîderketina berxwedanên xwerêveberiyê heta dawiyê bidome. Me gelek berdêlên mezin dan û em didin jî. Xwerêveberî îradeya jinan e.”
YÎGÎTALP: WÊ GEL HESAB BIPIRSE
Yîgîtalp jî di axaftina xwe de wiha got: “Ev çar meh in, li erdnîgariya Kurdistanê dewleta Tirk jinan, pîran heta pitikên di zikê dayikan de dikuje. Nahêlin em cenazeyên ciwanên xwe yên ku qetilkirine jî bigirin.”
Yîgîtalp bi bîr xist ku kesên li hember qetlîaman bê deng dimînin hevkarên qetlîamana, wiha got: “Bila kes hewl nede ku daxwaza nasname û statuya Kurdan terorîze bike. Daxwaza Kurdan daxwazek demokratîk e. Eger dewlet dawî li dorpêç û qetlîaman nîne, wê gel hesab bipirse. Em mafdar in, em ê bi ser kevin.”