Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn

Li Amed û Êlihê xizmên windayan mîna her Şemiyê îro jî çalakî lidar xistin.

Li Amed û Êlihê xizmên windayan mîna her Şemiyê îro jî çalakî lidar xistin.

AMED

Çalakiya ji bo kesên winda ku her hefte bi beşdariya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan bi armanca dîtina kujeran tê li darxistin, di hefteya 381'an de li Parka Koşûyolûyê li ber Peykerê Mafê Jiyanê dewam kir.

Sekreterê ÎHD'ê yê Amedê Abdusselam Înceoren bal kişand ser hefteya têkoşîna windakirina mirovan di binê çavan de, ku di navbera 17-31'ê Gulanê de ye û diyar kir, kesên hatine binçavkirin diyar in. Înceoren da xuyakirin, ku malbat ji bo gora xizmênw an hebe, li ber xwe didin.

Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel jî di axaftina xwe ya li vir de da zanîn ku kujerên salên 90'î de bi rûreşiya xwe derbasî dîrokê bûn, lê malbatên windayan bi serbilindahiya xwe îro jî hê li qadan li ber xwe didin.

Di çalakiyê de çîroka windabûna Mehmet Emîn Abak ê di 14'ê çileya 1995'an de li gundê Tilzêrînê yê navçeya Qosera Mêrdînê hat windakirin, ji hêla endamê Komîsyona Windayan Hasan Yaliç û bavê Abak Halîl Abak ve hat vegotin. Piştî axaftinan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH

Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayan li Kolana Gulistanê ya Êlihê li ber Peykerê Mafê Mirovan çalakî li darxistin û aqûbeta xizmên xwe pirsîn. Di çalakiyê de Serokê ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Bagatir axivî û xwest aqûbeta kesên winda bê eşkerekirin.

Hevjîna Îsa Gok ê di Hezîrana 1994'an de di bin çavan de hat windakirin, Farîcan Gok axivî. Farîcan Gok diyar kir ku rojekî hevjînê wê ji bo kar ji malê derketiye, careke din nehatiye malê û wiha pêde çû: "Em li tevahiya nexweşxane, qereqol û midûryetan giriya. Lê me li ti derê şopa wî nedît. Ez hêj li hevjînê xwe digerim."