Leşkerên Tirk li Feraşînê 3 xanî şewitandin

Leşkerên Tirk ên derketin Zozanên Feraşînê 3 xanî şewitandin û 2 kes bi lêdanê binçav kirin.

Leşkerên Tirk roja 11'ê Mijdarê li Zozanên Feraşînê ku li sêgoşeya Wan-Colemêrg-Şirnexê ye, derketin operasyonê û avêtin ser gundekî li vê herêmê. Leşkeran malên welatiyên bi navê Fethî Gur, Abdulmenav Aslan û Îbrahîm Aslan şewitandin. Ayetullah Yacan û Kasim Aslan jî bi lêdanê binçav kirin.

Li gorî agahiyan, Yacan û Aslan ên hatine binçavkirin, li Qereqola Jendermeyan a Elkê tên girtin.

Tê gotin, leşkerên Tirk her wiha alavên ku Yacan û Aslan ji bo zivistanê ji xwe re amade kiribûn, şewitandine. Li gorî agahiyan, operasyona leşkerî jî qediya ye.