Leşkerên Tirk gule li wesayîta malbata Ceylan Onkol reşandin

Leşkerên Tirk, wesayîta malbata Ceylan Onkol a ku dema ji gundên xwe yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê ber bi zozana Dolek ve diçûn, beriya bigihêjin nuqteya lêgerînê ya li ber qereqola Korxayê gulebaran kirin.

Leşkerên Tirk, wesayîta malbata Ceylan Onkol a ku dema ji gundên xwe yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê ber bi zozana Dolek ve diçûn, beriya bigihêjin nuqteya lêgerînê ya li ber qereqola Korxayê gulebaran kirin. 3 kesên di wesayîtê de birîndar bûn.

Wesayîta Malbata Ceylan Onkol ku ji ji gundê xwe Çemê Alika navçeya Licê ya Amedê diçûn zozanê Dolekê beriya ku bigihîjin nuqteya lêgerînê ya Qereqola Korxayê wesayîta wan ji aliyê leşkeran ve hate gulebarankirin. Di wesayîtê de Denîz Onkol, Mehmet Onkol û Fahrî Onkol bi giranî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyan. 

Mehmet Onkol sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê, Fahrî û Denîz Onkol jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê. Hate hînbûn ku rewşa Denîz Onkol giran e.

Xizmên malbatê yên ku ji bûyerê agahdar bûn hatin Nexweşxaneya Dewletê ya Cewlîgê. Nexweşxane ji aliyê leşker û polîsan ve hatiye dorpêçkirin.