Kurdên li Parîsê xwe ji bo çalakiyan amade dikin
Bi armanca şermezarkirina polîtîkayên şer û dagirkeriyê yên faşîzma AKP'ê li dijî xwerêveberiyên li Kurdistanê dimeşîne, Kurdistaniyên li Parîsê dijîn xwe amade dikin çalakiyan lidar bixin.
Bi armanca şermezarkirina polîtîkayên şer û dagirkeriyê yên faşîzma AKP'ê li dijî xwerêveberiyên li Kurdistanê dimeşîne, Kurdistaniyên li Parîsê dijîn xwe amade dikin çalakiyan lidar bixin.
Bi armanca şermezarkirina polîtîkayên şer û dagirkeriyê yên faşîzma AKP'ê li dijî xwerêveberiyên li Kurdistanê dimeşîne, Kurdistaniyên li Parîsê dijîn xwe amade dikin çalakiyan lidar bixin. Di daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a bi serenavê "Ji bo Sûrê banga lezgîn a çalakiyan" de hat gotin, "Ji bo sekinandina komkujiyên Erdogan bi zîhniyeta DAIŞ'ê li Kurdistanê dike, em bi ruhê Kobanê xwedî li berxwedana xwerêveberiyan derkevin."
Çalakiya destpêkê ya Kurdistaniyan wê roja Çarşemê saet di navbera 16:30-21:00 de li ber Parlamenta Fransayê bê lidarxistin. Kurdistanî wê li vê derê çalakiya rûniştinê pêk bînin û hewl bidin dengê xwe bigihînin parlamenteran.
Çalakiya duyemîn jî wê roja Yekşemê li Meydana Bastîlle saet di 13:00 de bê lidarxistin. Kurdisatnî û dostên wan wê bi meşekê bang li raya giştî bikin ku li hemberî komkujiyên li Kurdistanê bêdeng nemîne.