Kurdên li Adigeyê konferansa xwe lidar xistin

Kurdên li Komara Adigey a ser bi herêma Krasnodar a Rûsyayê dijîn, bi konferansekê re rêveberiyeke nû ji xwe re hilbijartin.

15. Konferansa Kurdên li Komara Adigeyê ya herêma Krasnodar a Rûsyayê, li navenda Kurdan a Agirî hat lidarxistin. Konferans bi beşdariya 150 delegeyên ji 6 navçeyên Komara Adigeyê pêk hat.

Di konferansê de rewşa Kurdên li Rûsya û Rojhilata Navîn hat nîqaşkirin. Di rojeva duyemîn a konferansê de jî rapor û nirxandinên Rêveberiya Otonom a Agirî ya 2 salan hatin xwendin. Li dû xwendina raporan, delegeyan nêrînên xwe raporê anîn ziman.

Delegeyan her wiha xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk û berxwedana gel a li hemberî van êrîşan nirxandin. Beşdaran berxwedana gelê Kurd a li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşan silav kirin.

Di herikîna konferansê de biryar hat dayîn ku êdî rêxistinbûyîna wan li ser esasê hevserokatiyê be û tevî hilbijartina hevserokan, meclîsek ji 26 endaman hat destnîşankirin.

...