Kurd û dostên wan li ber PE li dijî AKP'ê derdikevin

Li ber Parlamenta Ewropayê (PE), êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, bi çalakiyekê tê şermezarkirin.

Li ber Parlamenta Ewropayê (PE), êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, bi çalakiyekê tê şermezarkirin. Çalakî wê sê rojan bidome.

Di çalakiya li ser banga rêxistinên Kurdan ên li Ewropayê destpê kir de, siyasetmedarên Kurd Zubeyîr Aydar, Feleknas Ûca, Adem Ûzûn, rêveberên KNK'ê, nûnerên AvEG-Kon û SKB'ê jî amade ne.

Çalakiya li ber Parlamenta Ewropayê wê roja 14'ê Çileyê li Meydana Shûman, roja 15'ê Çileyê jî wê li meydana Place Luxemboûrgê saet di navbera 10:00-16:00 de were lidarxistin.

'BIKEVIN NAVA TEVGERÊ, BIRYARÊN ŞÊNBER WERBIGIRIN'

Di axaftinên li vê derê de bal hat kişandin ser komkujî û qewimînên li Kurdistanê û bang li saziyên navneteweyî hat kirin. Qisekeran ji Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, Parlamenta Ewropayê, hikûmet û parlamentên Ewropayê û partiyên siyasî xwestin, ku ji bo sekinandina terora AKP'ê bikevin nava tevgerê û di vî warî de biryarên şênber werbigirin.

Saziyan her wiha bang li gelê Kurd kir, ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibe.

...