Kurd, Ereb û Asûrî li dijî dagirkirina AKP’ê di berxwedanê de ne

Gelê li Girkê Legê û gundên wê, li dijî hewldanên dagirkirinê yên dewleta Tirk berxwedan da destpêkirin.

Gelê li Girkê Legê û gundên wê, li dijî hewldanên dagirkirinê yên dewleta Tirk berxwedan da destpêkirin.
Erdogan-AKP’ê di bin her şert û mercî de dijmantiya xwe ya Rojava nîşan dide, niha jî helw dide sînoran biguhere.

Dixwaze gir û eraziyên gundê Sarimsakê yê girêdayî Girkê Legê ku li ser sînorên Rojava û Bakurê Kurdistanê ye, tevlî sînorên xwe bike.

Dewleta Tirk sînorên Kîlîs û Cerablûsê bi temamî ji çeteyan re vekiriye, hewl dide eraziyên gundên Girkê Legê dagir bike. Li dijî hewldanên sê rojan ên dagirkeriya dewleta Tirk, gel di nav berxwedanê de ye, bi govend û stranan ve hewldanên dagirkirinê protesto dikin.

 ‘DEWLETA TIRK DIXWAZE TEVLÎHEVIYÊ AVA BIKE’

Bi sedan kesên ku ji Kurd, Ereb û Asûriyên Girkê Legê pêk tên, li sînor li dijî dagirkirina dewleta Tirk dest bi rawestandinê kir. Hevserokê Meclîsa Gel a Girkê Legê Abdûlselam Abbas ê bi rayedarên dewleta Tirk a ku dixwaze sînoran biguhere re axivî, wiha got: “Dewleta Tirk dixwaze di nav sînorên me de tevlîheviyê derxe.” Abbas li ser vê hewldana dagirkirinê got: “Em ê ti carî destûrê nedin vê hewldanê.” 

 ‘ME JI TIRKAN RE GOT EM DESTÛRÊ NADIN’

Abbas têkîldarî hevdîtina kirî de ev agahî parve kir: “Me heyetek ava kir û em çûn hevdîtinê. Me ji wan re gotin, emnahêlin hûn bikevin axa me. Me aşkera kir ku em rêzê didin têkîliyên cîrantiyê û me ti zirar li wan nekiriye. Me got ji ber me van sînorana derbas nekiriye, hûn ê jî derbas nekin.”

Abbas wiha domand: “Tirkan nexşeyek şanî me dan, gotin, ‘NATO xwestiye em sînoran sererast bikin.’ Gotin ji Enqereyê talîmat hatiye.” 

Abbas li ser van gotina herî dawî wiha ji rayedarên Tirk re got: “Eger hûn wesayîtên xwe yên kar bixebitînin wê gel li pêşiya van wesayîtana rûnê û pêwîst e hûn wan bieçiqînin. Em ê ti nîqaşên din nekin.”

 ‘AXA HEVPAR A KURD, EREB Û ASÛRIYAN E’

Endamê Komîteya Aştiyê ya Girkê Legê Salîh Ahmed ê bi eslê xwe Ereb wiha got: “Erdogan têra xwe welatê me tevlîhev kir, niha jî dixwaze dagir bike.” Ahmed destnîşan kir ku wê nehêlin Erdogan axa wan dagir bike, wiha bi bîr xist: “Ev ax, axa hevpar a gelên Kurd, Ereb û Asûrî ye. Em ê wek gelan li hember van hewldanên dagirkirinê bisekinin. Em ê nehêlin bikevin axa me.”

‘BI SEDAN SAL IN EV GIR Ê ME YE’

Jina bi navê Hukmiye Ramazan got ev girê dewleta Tirk hewl dide qereqolê li ser ava bike bi sedan sal in di nav axa wan de ye û di nav sînorên wan de ye. Wiha pê de çû: “Dewleta Tirk dibêje ku dixwazin qenalan tê de bikolin û dîwaran lê bikin. Em ê ti carî vê qebûl nekin û heta dilopek xwîn di laşê me de bimîne jî em ê ji vir veneqetin. Heta yek jî ji me bimîne em ê nehêlin dewleta Tirk vê derê dagir bike.”

 ‘EM Ê NEHÊLIN ERDOGAN BIKEVE ROJAVA’

Komunên Şehîd Tahsîn ên ku piraniyên xwe Ereb in jî tevlî berxwedana li ser sînor a li dijî hewldanên dagirkirina dewleta Tirk bû. Endamên Komunê wiha gotin: “Em ê nehêlin Erdogan derbasî Rojava bibe. Li şûna wê were axa me dagir bike, bila biçe li Kîlîs û Cerablûsê li pêşiya çeteyan dîwaran lê bike. Ev axa malê hevpar ê gelên Ereb, Kurd û Asûriyan e û em ê bi hev re biparêzin. Em ê ti carî nehêlin Tirk vê derê dagir bikin.”

Bi sedan kes li dijî hewldanên dagirkirinê yên dewleta Tirk li ser girê nêzî gundê Sarimsakê kombûne, bi govend û tilîliyan ve berxwedanê didomînin.

...