Koordînasyona Rojava: Şoreşa Rojava hişmendiyeke nû afirand
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava da xuyakirin, ku şoreşa li Rojava weke şoreşa mirovahiyê tê dîtin û diyar kir, şoreşê li her qada jiyanê hişmendiyeke nû derxistiye holê.
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava da xuyakirin, ku şoreşa li Rojava weke şoreşa mirovahiyê tê dîtin û diyar kir, şoreşê li her qada jiyanê hişmendiyeke nû derxistiye holê.
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojavayê Kurdistanê, bi wesîleya 4. salvegera Şoreşa Roajva daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Şoreşa 19'e Tîrmehê ya li Kobanê destpê kir, di nava krîza kûr a li Rojhilata Navîn bi taybetî ya li SAûriyeyê de, rewşeke nû afirand û ji her alî ve şoreş pêk anî.
Koordînasyonê diyar kir, vê şoreşê di heman demê de hişmendiyeke nû bi xwe re ava kir û hemû beşên civakê bi rêxistin kir.
Koordînasyonê da zanîn, ev şoreş bû modela çareseriyê ji hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê re û destnîşan kir, ku berxwedana jinan bû pêşeng ji Şoreşa Rojava û Sûriyeyê re.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Bi navê Koordînasyona Giştî ya herê Kantonên Rojava, em salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê slav dikin û di avakirina Rêveberiya Xweser û Sîstema Fedaral a Rojava-Bakurê Sûriye de em ê ruhê şoreşa Rojava esas bigirin."