KONGRA-GEL: Em bi xurtî xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

KONGRA-GEL salvegera 4. a Şoreşa Rojava pîroz kir û got, "Şoreşa Rojava serketina paradîgmaya civaka demoratîk û azadîxwaziya jinê ye. Pratîzekirina perspektîfa neteweya demokratîk û civaka demokratîk a Rêber Apo ye."

Hevserokatiya KONGRA-GEL bi munasebeta salvegera 4. a 19'ê Tîrmehê, Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî bi gotina, "Salvegera 4. a Şoreşa Azadiyê ya 19’ê Tîrmehê ya Gelên Rojava li Rêberê Şoreşê, Rêber Apo, li gelên Rojava û li hemû gelên Kurdistanê û mirovahiyê pîroz be! Şoreşa Rojava di heman demê e şoreşa jinê ye jî ji bo vê em li hemû jinan pîroz dikin" dest pê kir û wiha dewam kir:

"Bi munasebeta salvegera 4. a Şoreşê em şehîdên xwe yên leheng ên şoreşa Rojava ku ji bo siberoja ronak û azad a gelên me canê xwe feda kirine bi hurmet û minet bi bîr tînin û careke din dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re dubar dikin. Em şehîdên şoreşê yên enternasyonalîst ku ji deverên cihê yên dinyayê hatin û xwe tevlî şoreşê kirin û ji bo ku Şoreşa Rojava bikeve bala dinyaya pêşverû de rola xwe lîstin, bi vê munasebetê careke din bi hurmet bi bîr tînin."

Şoreşa Rojava serketina paradîgmaya civaka demokratîk û azadîxwaziya jinê ye. Pratîzebûna perspektîfa civak demokratîk û neteweya demokratîk a Rêber Apo ye. Li Rojhilata Navîn ku navenda şerê dinyayê ye, ji ber ku ji pirgirêkên herî giran ên gelan re û pirsigirêkên neteweyî re bûye çareserî, Şoreşa Rojava ji niha ve wekî şoreşa sedsala 21’an di nav dîroka mirovahiyê de cihê xwe dîtiye.

Şoreşa Rojava bi ragihandina Federasyona Sûriyeya Bakur, ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk gaveke stratejîk avêt. Di pêşengtiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de (QSD)  têkoşîna paqijkirina ji DAIŞ'ê, bi pêngava azadkirina Minbicê gihaştie qonaxeke girîng.

Şoreşa Rojava bi azadkirina Minbicê wê têkeve sala xwe ya 5. û piştî vebûna korîdorên nav kantonan, wê li armanca stratejîk a paqijkirina herêmê ji DAIŞ’ê û avakirina Sûriyeya demokratîk asê bibe."

'DI WIJDANÊ MIROVAHIYÊ DE CIHÊ XWE GIRTIN'

Di daxuyaniyê de silav li hêzên YPG û YPJ’ê û pêkhateyên di nav QSD’ê de hate kirin û hate gotin, "Şervanên azadiyê yên ku pêşengtiyê ji siberoja azad û ronak a gelên me re diin, ji behra xwînê ya ku pergala dinyaya kapîtalst û hevkarên wan ên xwecih û olîgarşîk û barbar pêk anîne, wekî lehengên ku gelên me gihandina jiyana azad û demokratîk, ji niha ve di wijdanê mirvahiyê de cihê xwe dîtine."

KONGRA- GEL  di dawiya daxuyaniya xwe e bang kir ku gelên dinyayê û raya giştî ya dinyayê xurttir xwedî li Şoreşa Rojava derbikeve.