BI DÎMEN

Konferansa Ocalan dewam dike

Akademiya Siyaset û Ramanê Demokratîk, li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê bi sernavê "Bi nerînên Abdullah Ocalan, aştî û aramiya li Rojhilata Navîn" konferansek lidar xist.

Konferansa wê 3 rojan dewam bike, bi beşdariya kesayetên ji Kurdistan, Tirkiye, welatên cuda yên Rojhilata Navîn, Ewropa, Amerîka û parzemîna Afrîkayê tê lidarxistin.

Rêveberên siyasî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û pisporên siyasetê, di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser rêyên çareseriyê daxivin.

Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê Serokê Akademiya Siyaset û Ramanê Demokratîk Dr. Faîk Gulpî ve hat kirin.

GULPÎ: NÊRÎNÊN OCALAN RÊYÊN ÇARESERIYA KRÎZÊ PÊŞKÊŞ DIKIN

Gulpî da xuyakirin, ku konferans nîşaneyek dilsoziya bi Ocalan re ye û da zanîn, ku ji ber konferans di salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê de pêk tê, di heman demê de tê wateya destekkirina Şoreşa Rojava.

Dr. Faîk Gulpî diyar kir, weke akademîsyen ew gelekî sûdê ji teoriyên Ocalan digirin û got, "Bi dîtina me, nêrînên Ocalan der barê  krîza li Rojhilata Navîn rêyên çareseriyê pêşkêş dikin." Gulpî destnîşan kir, ku divê ew êdî destûrê nedin kes têkildarî wan biryarê bidin û got, "Divê em li ser siberoja xwe bi xwe biryarê bidin."

Gulpî bal kişand ser têkoşîna Ocalan a ji bo azadiya jinê û got, "Şoreşa jinê ya ji aliyê Ocalan ve hat afirandin, li cîhanê mînakeke wê nîne."

MELE BEXTIYAR: SILÊMANIYE PAYTEXTA REWŞENBÎRÊN KURD E

Piştre endamê Polîtburo ya YNK'ê Mele Bextiyar peyivî û işaret bi girîngiya Silêmaniyeyê ji bo rewşenbîrên Kurd kir. Bextiyar got, "Silêmaniye paytexta destpêkê ya rewşênbîrên Kurd e."

Bextiyar ragihand, lidarketina konferansê li Silêmaniyeyê ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye û bal kişand ser têkoşîna li dijî DAIŞ'ê. Mele Bextiyar got, "Têkoşîna me dewam dike. DAIŞ qels dibe. Lewma em gelekî kêfxweş in. Lê di heman demê de bi fikar in."

Bextiyar hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê şermezarkir û got, "Ev hewldana darbeyê ya binketî, bû sedem ku rejîma Erdogan bêhtir xurt bibe."

Bextiyar got, "Tevî ku ji ber têkçûna darbeyê em kêfxweş jî bin, ev yek nayê wê wateyê ku AKP'ê ji dema berê ders derxistiye. Eger reform neyên kirin, Tirkiye wê di nava 20 salên pêş de nikare bê ser hişê xwe. Wê bikeve nava serdemên tarî."

EV KONFERANS LI SER BINGEHA NÊRÎNÊN OCALAN TÊ LIDARXISTIN

Der barê krîza li Sûriyeyê de Bextiyar bal kişand ser neçareseriya li civînên li Cenevreyê û got, "Êdî nabe bi vî rengî dewam bike. Hevkariya DYA bi Tirkiyeyê re nayê wê wateyê ku em bêçare ne. Hin welatên DYA bi wan re dixebitî, hilweşiyan."

Bextiyar li ser rewşa Ocalan jî got, "Ev konferans li ser bingeha nêrînên Birêz Ocalan tê lidarxistin. Ew bi xwe li zîndanê tê ragirtin. Ji bo dîktatoran rehetî heye, lê ji bo azadîxwazan zîndan. Em ê zîndanan bikin qadên azadiyê. Cîhan tev hewldanên Ocalan dibîne."

...