Komkujî wê roja Şemiyê li Frankfûrtê bên şermezarkirin

Kurdên li başûrê Elmanyayê dijîn, bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, wê roja Şemiyê li bajarê Frankfûrtê çalakiyekê lidar bixin.

Çalakî ji aliyê NAV-DEM û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve tê organîzekirin û wê sibê saet di 15:00 de destpê bike. Ji bajarên Frankfûrt, Gîessen, Darmstadt, Manneheîm, Saarbrucken, Maînz, Hanaû û Fûldayê wê Kurd û demokratên şoreşger beşdarî çalakiyê bibin.

Li ser navê komîteya amadekar a meşê Omer Koyûncer û Cano Yildiz daxuyanî dan û anîn ziman ku ji bo silavkirina berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê û protestokirina êrîşên hikûmeta AKP'ê, ew ê çalakiyê lidar bixin.

Berdevkan ragihandin ku ew dixwazin dawî li vê bêdengiya raya giştî ya Ewropayê bînin û got, "Çawa ku par di vê wextê de em ji bo Kobanê û Rojava li ser piya bûn, îro jî em ê ji bo Cizîr, Sûr û Nisêbînê li qadan bin. Lewma, ji bo xwedîderketina li rûmeta xwe em bang li her kesî dikin ku beşdarî vê meşê bibin.