Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze qirkirina fizîkî dixwazin bi qirkirina civakî re temam bike û got, "Ji bo bi hemû şaxên xwe ve avakirina civaka demokratîk, azad, wekhev, bi dil bilindkirin û berfirehkirina berxwedanê rabin ser xwe."
Komîteyê da xuyakirin ku li Bakurê Kurdistanê êrîşeke bê pîvan, hovîtiyeke bê ser û ber, faşîzmeke bê rûpoş bi hemû harbûna xwe ve berdawam e û destnîşan kir, ku çeteyên AKP' û gladio ya Qesrê wêrankirina Kurdistanê kirine armanc û li gorî vê yekê tevdigerin.
'BERXWEDANA MEZIN A GELÊ ME, AKP'Ê HAR Û DÎN DIKE'
Komîteyê ragihandin, ku li hemberî van hemû êrîşên bi çekên giran û bi hovîtiya faşîst di serî de ciwan û jin hemû Kurdistanî bi berxwedaneke bê hempa ber bi şoreşê ve dimeşînin û got, "Berxwedana mezin ya wêrek û bi vîn ya gelê me çeteyên AKP har û dîn dike. Hovîtiya xwe girantir û berfirehtir dikin. Bi kîn û qereza Erdogan û ferxikên wan bi taybetî jin, zarok û ciwanên berxwedêr qetil dikin. Ew jî têra wan nake, Dibistanên Azad yê bi Kurdî perwerde dide zarokên me qedexe dikin, deriyên wan mor dikin. Êrîşî zarokên me dikin, dibistan û mizgeftan dişewitînin. Dibistanan dikin baregehên leşkerî. Bi vî awayî valakirina Kurdistanê wekî armanc danîne ber xwe; Kurdan ji warê bav û kalan ê hezaran salan biqewitînin."
'DIXWAZIN QIRKIRINA FÎZÎKÎ BI QIRKIRINA CIVAKÎ TEMAM BIKIN'
Komîteyê bibîr xist, ku di salên 90’an de bi hezaran gund hatin valakirin û da zanîn ku îro jî dixwazin bi navçe û bajaran ve Kurdistan bi temamî vala bikin.
Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze qirkirina fizîkî dixwazin bi qirkirina civakî temam bikin û got, "Koçberî xaleke sereke ya qirkirina çandî û civakiye. Mirov ji xaka xwe qutkirin, qirkirina herî giran yê dijî mirovahiyê ye.
Jiyan jî, mirin jî ku li ser xaka xwe be bi rûmet e. Ew jî bi rêveberî û parastina cewherî ve pêkan e. Êdî ne pêkan e ku Kurdistan di bin sîwana dagirkeriyên hovane de bijî. Hîn di salên ‘90’an de Rêber APO digot, 'Vejîn temam bû, dema rizgariyê ye!' Dem dema ji dagirkerî, ji zilm û zora hemû rengên faşîzmê xwe rizgarkirin û avakirina rêveberî û parastina cewherî, avakirina jiyana azad û wekhev e. Li ser erdnîgariya Kurdistanê divê êdî siya dagirkeriyê jî nemîn e da ku xewn û xeyalên zarokên me têk nedin."
'EM RÊ NEDIN DIJMIN DIBISTANAN BIKIN BAREGEHÊN LEŞKERÎ'
Komîteyê ragihand, ku parastina zarokên xwe, dibistanên xwe û mafê zarokên xwe yê bi zimanê xwe perwerdê bibînin, pêngaveke girîng ya avakirina Xweseriya Demokratîk, jiyana azad û siberoja ronahiye û ev xal destnîşan kir: "Eger ku mor’a qedexekirinê dibistanên me di destê çeteyên AKP’ê de bin, hêza şikandina wan mor’an jî di dêstê me de ye. Divê gelê me wan morana bişkîne û bi parêzvanên wan bide xwarin. Divê em bi vî rengî li dibistanên xwe, zarokên xwe, siberoja azad ya li ser xaka xwe xwedî derkevin. Di şerê herî giran de jî zarokên xwe bê perwerde nehêlin. Em rê nedin ku dijmin dibistanan bikin baregehên leşkerî."
'KU FERMAN A SEROKÇETEYÊN AKP'Ê BE, ÇIYA, DEŞT, GUND Û BAJAR ÊN ME NE'
Daxuyaniya Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Berê me digot, 'Ku ferman a padîşah be, çiya ya me ne!' Îro bi berxwedana li Sûr’a Amedê, Cizîra Botan, Nisêbîn, Silopiya, Kerboran, Gever, Farqîn, Lice, Gimgim, Erdîş, Bazîd, Şemzînan û hemû Kurdistanê re ev dirûşm êdî guheriye; 'Ku Ferman ya Serokçeteyên AKP û dewleta dagirkerê faşîst be, bi çiya û deştan, bi gund û bajaran ve hemû Kurdistan ya me ye!' Dayikên berxwedêr xweş bilêv dikirin, 'Ev der xaka me ye; yê ku divê ji vir biçin dagirkerê xwînxwar in!'
'HERÊMÊN XWERÊVEBERÎ Û XWEPARASTINÊ RÛMETA GEL IN'
Eger ku jiyaneke li ser esasê cudatiyan wekhev, demokrat, azad û aştiyek bi rûmet ne li gorî feraseta dagirkeriyê ye, hêza me yê ku bi hemû gelan re jiyaneke bi dil ava bikin, dagirker û sîxurên wan jî heta cihê ku hezar sal berê jê hatine biqewtînin heye."
Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê diyar kir ku hemû herêmên rêveberî û xweparastin ragihandin û diparêzin, li berxwe didin rûmeta gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn in.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Li rêveberiya cewherî, berxwedana rûmetê, dibistan û perwerdeyê civaka demokratîk xwedîderketin, xwedîderkerina li xwe û siberoja xwe ye. Divê em rê nedin ku dijminê xwînxwar me bê war û siberoja me tarî bike. Em ji bîr nekin ku Kobanî bi berxwedana bê hempa yê neteweyî bi serket. Divê her bajar, navçe û gundê xwe jî li hember dijmin em bi tenê nehêlin, bikin kela barxwedana neteweyî ku heviyê dijmin bişkê. Divê em her maleke Kurdistanî bikin dibistanek, akademiyek, zanîngehek. Her kolan jî bikin kela berxwedanê ku siberojaxwe misoger bikin. Ne tenê bi dil, bi çalakî û jiyanê jî li gel berxwedêran bin. Ev jî bi firehkirina qadên berxwedanê pêkan e.
'EM Ê NEHÊLIN ZAROKÊN ME DI BIN DESTARÊ PIŞAFTINÊ DE BÊ HERANDIN'
Zarokên me siberoja me ne. Em ê rê nedin ku zarokên me di bin destarê pişaftinê de bê herandin û helandin. Em ê rê nedin ku zarokên me ji perwerdeya civaka demokratîk a bi zimanê xwe, bi çand û exlakê xwe bêpar bimîne.
Ji bo bi hemû şaxên xwe ve avakirina civaka demokratîk, azad, wekhev û bi dil bilindkirin û berfirehkirina berxwedanê rabin ser xwe. Berxwedan Jiyan e!"