Komîteya Aktîfkirina Parlamentoyê bi Tevgera Goran û Îslamiya Kurdistanê re civiya
Li Silêmaniyê îro heyeta Komîteya Aktîfkirina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo asayîkirina rewşa Herêma Kurdistanê serdana Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê kirin.
ANF
SILÊMANÎ
çarşem, 3 reşemiyê 2016, 19:26
Li Silêmaniyê îro heyeta Komîteya Aktîfkirina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo asayîkirina rewşa Herêma Kurdistanê serdana Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê kirin.
Komîteya aktîfkirina parlamento û hikûmetê destpêkê danê nîvro li avahiya sekreteriya giştî ya tevgera Goran de bi tevgera Goran re hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinê de berdevkê tevgera Goranê Şoreş Hacî seroktiya heyeta tevgera Goranê kir, di komîteya aktîfkirina parlamentoyê de berpirsê Komîteya Navendî ya YNK’ê Mele Bahtiya û endamê komîteya navendî ya YNK’ê Seîdî Pîre, serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê Fûad Huseyîn, endamên komîteya navendî ya PDK’ê Roj Nûrî Şaweys, Mahmûd Mihemed û her wiha cîgirê serokê giştî yê Yekgirtû Îslamî Mihemed Ehmed û komîteya navendî ya Yekgirtû Îslamî Omer Mihemmed amade bûn.
GORAN: BERIYA 12 COTMEHÊ XETA ME YA SOR E
Piştî hevdîtina nêzî çar saetan ti daxuyanî nehatin dayîn, hat diyarkirin ku di hevdîtinê de bê ka çawa her du alî dikarin bên aktîfkirin, Serokê Parlamentoyê Dr. Yûsûf Mihemed ji nû ve vegere ser wezîfeya xwe û pirsgirêkên di nav PDK û Tevgera Goran de hatin gotûbêjkirin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin, rayedarên tevgera Goranê diyar kirine ku ji bo bi awayekî aktîf tevlî xebatên hikûmet û parlamentoyê bibin, divê serokê parlamentoyê Dr. Yûsûf Mihemed vegere ser wezîfeya xwe û 4 wezîrên wan ên ji aliyê Neçîrvan Barzanî ji wezîfeyê hatin dûrxistin ji nû ve wezîfeyên wan bên îadekirin. Ev jî xeta wan a sor e.
Her wiha hat gotin ku tevgera Goran di rojên pêş de wê civîna ku Mesût Barzanî dixwaze bi sifatê serokheremtiyê bi partiyên siyasî re li dar bixe boykot bike û tevlî nebe.
PIŞTÎ TEVGERA GORAN BI KOMALEYA ÎSLAMIYA KURDISTAN RE HEVDÎTIN PÊK HAT
Komîteya aktîfkirina parlamento û hikûmetê piştî tevgera Goran bi partiyek din a civîna Mesût Barzanî boykot kir û tevlî nebûn, bi Komala Îslamî Kurdistan re civiya.
Heyet li navenda Komala Îslamî ya li Silêmaniyê civiyan, hat diyarkirin ku krîza siyasî û aborî her wiha mijara referandûma serxwebûnê hatine nîqaşkirin.
Di hevdîtinê de li ser navê Komala Îslamî, berpirsê meclîsa siyasî ya Komala Îslamî Mihemed Hekîm û endamên meclîsa siyasî Enwer Sengawî, Mihemed Bamokî , Evan Ehmed, li ser navê komîteya aktîfkirina parlamentoyê berpirsê komîteya navendî yê YNK’ê Mele Bahtiyar û endamê komîteya navendî yê YNK’ê Seîdî Pîre, serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê Fûad Huseyîn, endamên komîteya navendî yên PDK’ê Roj Nûrî Şaweys, Mahmûd Mihemed, Cîgirê Serokê Giştî yê Yekgirtû Îslamî Mihemed Ehmed û Komîteya Navendî ya Yekgirtû Îslamî Omer Mihemed cihê xwe girtin.
Piştî hevdîtinê Rêveberê Meclîsa Siyasî yê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Mihemed Hekîm civîneke çapemeniyê lidarxist û diyar kir ku daxwazên xwe pêşkêşî heyeta Komîteya Aktîfkirina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo asayîkirina Herêma Kurdistanê kirine û li benda bersiva komîsyonê ne.
Hekîm da xuyakirin ku xala yekemîn a guftûgoyên wan li ser çareserkirina krîzên li Herêma Kurdistanê bûn û got: "Me daxwaz kir ku hemû krîzên li Herêma Kurdistanê hene bêne çarserkirin û li ser vê mijarê me daxwazên xwe anîn ziman. Her wiha li ser aktîfkirina parlamentoya Herêma Kurdistanê jî guftûgo hatin kirin. Du sedemên krîzên li Herêma Kurdistanê hene, ya yekem pirsgirêka serokatiya herêma Kurdistanê ye û ya duyem jî meseleya Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye. Lê, niha herî zêde gelê Herêma Kurdistanê rastî krîzê hatiye. Ji ber vê yekê me daxwaz ji hikûmetê kir gelê me ji vê qrîzê rizgar bike."
Hekîm destnîşan kir ku ji bo rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê bê asayîkirin divê parlamentoya Herêma Kurdistanê bê aktîfkirin û wiha anî ziman: "Ji bo asayîkirina parlamentoya Herêma Kurdistanê zêde pêwîstî bi civînan nîne û zêde giraniyek xwe ya van civînan jî nîne. Wezîr û parlamenter amade ne bila biçin li ser karê xwe. Em li bendê ne biryara aramkirina rewşa Herêma Kurdistanê bidin. Her wiha aktîfbûna parlamentoyê îlan bikin."
Rêveberê Meclîsa Siyasî yê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Mihemed Hekîm axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: "Ji bo mafê rewa yê gelê Kurd bê bi destxistin, weke Komeleya Îslamiya Kurdistanê em ji bo referandûmê amade ne. Lê, ji bo ragihandina dewletê divê zemîn bên amadekirin."