Koordînasyona Komalên Ciwan got, "Gelê Kurd bi felsefeya berxwedanê ya Rêber Apor re hêviya berxwedanê li vê xakê çandiye. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê faşîzmê li Kurdistanê tine bikin. Çi îro çi jî sibe wê faşîzm ji sedî sed li Kurdistanê winda bike. Wê bi mezinî têk biçe. Em soz didin hevrêyên xwe yên şehîd ketine; em ê tola we hilînin. Em ê Kurdistaneke konfederal azad û serbixwe diyarî dayikên pîroz ên ciwanên leheng bikin."
Koordînasyona Komalên Ciwan da xuyakirin, ku girîngiya kontrolkirin û parastina herêman îro baştir hatiye dîtin û got, "Hêza dagirker a faşîzma TC hewl dide li ser navê Kurdîtiyê çi hebe tine bike. Li hemberî vê barbariyê, kontrolkirina herêman li ser bingeha xweparastinê, parastina jêneveger, parastina xwe û yekane rêya çareseriya jiyana bi rûmet e. Li dijî polîtîkayên qirkirin û tinekirinê yên li hemberî gelê me, berxwedana ku bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê tê meşandin, bi kontrolkirin û parastina herêman re têkoşîna me li Kurdistanê gihaştiye asteke girîng. Hêzên dewleta mêtînger ji bo tepisandina vê berxwedanê, jin, ciwan, extiyar zarok hemû dane ber xwe û li hemberî gelê me dest bi pêla komkujiyê kirine, her roj bi dehan welatparêzên Kurdistanê qetil dikin. Li Şirnexê sê jinên şoreşger ên Kurd û 4 ciwanên leheng ên Kurd li heman cihî qetil kirine. Herî dawî li Wanê 12 mirovên me yên Kurd qetil kirine. Bila faşîzma TC nebêje, ku bi kuştinê re dikare Kurdan tine bike. Gelê Kurd bi felsefeya berxwedanê ya Rêber Apor re hêviya berxwedanê li vê xakê çandiye. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê faşîzmê li Kurdistanê tine bikin. Çi îro çi jî sibe wê faşîzm ji sedî sed li Kurdistanê winda bike. Wê bi mezinî têk biçe. Em soz didin hevrêyên xwe yên şehîd ketine; em ê tola we hilînin. Em ê Kurdistaneke konfederal azad û serbixwe diyarî dayikên pîroz ên ciwanên leheng bikin."
'BI TENÊ ÇAREYEKE ME HEYE; EW JÎ BERXWEDAN E'
Daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan bi vî rengî dewam kir:
"Faşîzmê, piştî ku li Kurdistanê li hemberî ciwanên welatparêz bi ser neket, hewl dide bi hin derdorên noker, namerd û bêheysiyet, encamê werbigire. Ev kevneşopiya noker, ji çend mahlûqat-i bêşeref pêk tê, ku salên dûr û dirêj e rûmeta xwe bi pênc qurişan firotine dagirkeran. Lê bila ev noker nebêjin ku mîna berê wê dewran bigere. Her kes wê ji sedî sed hesabê ya kiriye bide. Di rewşeke ku bedenên ciwan ji bo berxwedana azadiyê îro dikevin binê axa sar de, bêrûmetî wê bi sê qurişan nejî û em ê nehêlin bijî. Çar pênc qurişên dijmin nikarin van xayin û nokeran ji edaleta şoreşgerî ya şoreşê xilas bike. Edalet wê ji sedî sed bi cih were anîn.
Em bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz, bi taybetî jî bang li gelê xwe yê Wanê yê welatparêz dikin. Hûnê hînê heta kengî li definkirina ciwanên xwe temaşe bikin. Ev ciwan ciwanên we ne, xwişk û birayên we ne, rûmeta we ne. Em bang li we dikin; ji bo nirxê xwe yê herî mezin bêjin êdî bes e û dest bi şerekî bênavber bikin. Di vê pêvajoyê de, helwesteke ezezî û bi tirs, wê bi kêrî kesî neyê. Şer li ber deriyê her kesî ye û mirin li pêşiya zarokên her kesî ye. Ji ber ku heta hêza dagirker a TC ji Kurdistanê neyê qewirandin, ev şer wê nesekine. Eger em ranebin ser piyan û li ber xwe nedin, eger em nebin yek, em ê bên qetilkirin yek bi yek. Eger em bibin yek û bi hev re li ber xwe bidin em ê hev du biparêzin. Mîna ku helbestvanê mezin ê Kurd Feqiyê Teyran dibêje; 'em nebin yek, em ê biçin yek bi yek'. Lewma divê gelê me rabe ser piyan. Ji ber ku ev şer li ber deriyê her kesî ye û ji bo ax û namûsa xwe ji bilî berxwedanê ti çareyeke me nîne. Ji bo berxwedan û serketinê em bang li gelê xwe dikin ku xweparastinê bi rêxistin bike, bi pêş de bibe û tola ciwanên xwe bi vî rengî hilîne."