Komalên Ciwan: Bibin lehengê berxwedanê!
Komalên Ciwan li dijî êrîşên qirkirinê yên AKP’ê yên li ser Kurdistanê banga tevlîbûna refên YDG-H û YPS’ê li ciwanan kir.
Komalên Ciwan li dijî êrîşên qirkirinê yên AKP’ê yên li ser Kurdistanê banga tevlîbûna refên YDG-H û YPS’ê li ciwanan kir.
Komalên Ciwan li dijî êrîşên qirker ên AKP’ê yên li ser Kurdistanê banga li ciwanan kir ku tevlî refên YDG-H û YPS’ê bibin.
Komalên ciwan wiha got: “Wê berxwedanek serketî be. Hûn jî bibin lehengên berxwedanê.”
Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Koordînasyona Komalên Ciwan hat weşandin de wiha hat gotin: “Berxwedana dîrokî ya li Bakurê Kurdistanê li ser redkirina polîtîkayên ku dewleta TC ji damezirandina xwe ve didomîne pêş ketiye; naverokek pêngaveke polîtîk-pratîk hildigre, pêngava xwerêveberiyê di asta niha gihiştiye de faşîzma TC di astek girîng de xistiye tengasiyê. Hêza dagirker a hewl dide civaka Kurd bê navber bixe bin kontrola xwe û berxwedan û serhildanên li hember vê pêş dikevin jî bi qetlîaman hewl dide bitepisîne, ev zextên xwe yên 90 salan didomîne heta roja me dixwaze bidomîne. Ji bo vê jî çiqas leşkerên bi pereyan dixebitin û polîs-çeteyên taybet ên ji DAIŞ’ê girtine, çi hebe bi temamî li şertên qirkirine komple ya li ser gelê me digere û dema firsendê bibîne jî ji qetlîamê xwe dûr naxe.”
‘DIXWAZIN ÎRADEYA JIYANA AZAD BIŞKÎNIN’
Daxuyanî wiha dom dike: “Ji rova pêngava xwerêveberiyê ve tevlî zarokên hê nehtaine dine bi sedan Kurdistanî ji aliyê TC ya faşîst hat qetilkirin. Faşîzma TC ya mêtinger ji bo karibe îradeya gel bişkîne serî li rêbaz û pêkanînên herî derveyî exlaq dide, cenazeyên Kurdên mirî bi rojan li erdê hatin hiştin, rakirina cenazeyan asteng kiriye. Her wiha 3 siyasetmedarên jinên şoreşger li Şirnexê bi nemerdî hatin qetilkirin. Hêza dagirker êrîşên xwe yên li dijî gelê Botanê bê navber didomîne, vê carê jî êrîşî qada Serhadê kir û 12 ciwanên Kurd qetil kir. Armanca tevahî van êrîşan şkandina xwestek û îradeya jiyana azad a gelê Kurd e. Dixwaze polîtîkayên Tirkkirina Kurdan a bi darê zorê bidomîne. Hewl didin Kurdistaniyan ji ser ax, ji welat koçber bikin û Kurdan li welatê xwe bike penaber.”
‘LI FIRSENDA QETLÎAMA KOMÎ DIGERIN!’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên dewletê li giştî Kurdistanê û bi taybet li Botanê rastî berxwedanek bi heybet hatin, hat diyarkirin ku gelê Botanê serî li hember dagirkeran netewandiye, wiha hat domandin:
“Botan di tevahî dîrokî de bû kelha berxwedan û jiyana bi rûmet, bi mehan e li dijî van êrîşana li ber xwe dide û wê teqez bi ser bikeve. Ji ber dijmin vê rastiyê dizane, li dijî gelê Botanê li firsenda qetlîamên komî digere û dema firsendê bibîne jî wê hewl bide her kêlî pêk bîne. Ji ber vê jî li ser gelê Botanê, bi taybet jî li ser kelhên berxwedanê li dijî gelên Cizîr û Silopiyayê her kêlî dibe qetlîamên komî pêk bînin. Ji ber li dijî polîtîkayên qirkirina fîzîkî û dagirkirinê ya faşîzma TC ya li dijî Kurdan berxwedana herî mezin gelê Botanê pêk aniye. Ev mehek e gelê me bê navber li ber xwe dide, hêza faşîzmê têra tepisandina van berxwedanana nake û yekane rêya karibin vê berxwedanê bixin zehmetiyan jî tenê bi qetlîama Kurdan a komî ve mimkûn e. Ji ber vê jî hêza dagirker a Tirk bi tevahî teknîka xwe êrîşê malên gel dike û bêyî hedefan hilbijêre bi çekên giran jiyangehan bomberdûman dike. Plan kiriye ku gelê Botanê yê serî natewîne qetil bike.”
‘EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN TEVLÎ REFÊN VÊ BERXWEDANÊ BIBIN’
Koordînasyona Komalên Ciwan di dawiya daxuyaniyê de ev bangana kir:
“Em bang di serî de gelê me yê welatparêz, tevahî Kurdên li her çar parçeyê Kurdistanê û beşên demokrat û bi taybet ciwanan dikin. Eger em îro tevahî qadan nekin qadên serhildanê û veneguherînin Sûr, Silopiya, Cizîrê, sibehê dikare bibe dereng. Li ber çavên tevahî mirovatiyekê gav bi gav pêkanînên qetlîamekê ketiye meriyetê, ev bêdengî derveyî rastiya wijdanê mirovatiyekê ye. Bêdengbûn, temaşekirin, tirsonekbûn ne haber çalakiya mirovekî dijî û mirovatiyê. Eger mirov dijî divê ji bo karibe çalakiyekê bike bijî.
Ciwanên dibistanê, zanîngehê yên Bakurê Kurdistanê; dibistanên dewletê li Kurdistanê mîadê xwe tijî kiriye. Ji ber vê êdî nehêlin dewleta dagirker wê hê zêdetir bixapîne. Di vê pêvajoyê de ne dîploma; ji bo herî zêde rûmet pêwîst e. Divê ciwan li hember qirkirina Kurdistanê bê deng nemîne, di nav çalakî û serhildanek bê navber de be, li qadên berxwedanê tevlî refên YPS’ê bibe. Ev berxwedan êdî berxwedanek vegera wê tineye. Û em ê teqez bi ser bikevin, heta wê bibe berxwedanek em ê pir mezin bi ser bikevin. Hûn jî bibin lehengên berxwedanê, ji bo parastina rûmet û gelên xwe tevlî nava refên YDG-H û YPS’ê bibin. Bi taybet jî divê di pêvajoyek wiha li ser gelê me her roj qetlîam pêk tên de divê rolek bê girtin. Ji bo wê em li ber xwe bidin, em di nav serhildanê de bin û em bi ser bikevin.”