KNK'ê cejna Êzî pîroz kir
KNK'ê bi hêviya vegera li ser xaka xwe ya pîroz, cejna Êzî pîroz kir.
KNK'ê bi hêviya vegera li ser xaka xwe ya pîroz, cejna Êzî pîroz kir.
KNK'ê bi hêviya vegera li ser xaka xwe ya pîroz, cejna Êzî pîroz kir.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi wesîleya Cejna Êzî peyamek weşand.
Di peyamê de hat bibîrxistin ku cejna Êzî cejna avakirinê ye û cejn li civaka Êzidî, gelên Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz.
Konseya Rêveber a KNK'ê bi hêviya ku cejn bibe wesîleya aştî, azadî û biratiya gelan got, "
Cejn di nava hemû baweriyan de xwedî cihekî watedar in. Cejnên Êzdiya jî xwediyê dîrokeke pir kevn in. Dema mirov li dîrok û naveroka van Cejna dinêre, jiyaneke nû û pîroziyan tê de dibîne. Divê em Cejna Êzî, weke kevneşopiya xwedî derketina bawerî û ҫanda welatê xwe bibînin.
Pîroziya van cejnan di dema îro de ji her wextî bêtir, ji bo bawerî û ҫanda êzdiyatiyê hê watedar e. Ji ber ku ev ҫanda qedîm bi her awayî di bin xeteriyeke mezin de ye. Girîng e civaka kurdên Êzidî û bi taybetî Êzidiyên derveyî welat, bawerî û çanda xwe biparêzin û xwedî lê derkevin."
KNK'ê bibîr xist, ku di nava meha derbasbûyî de bi berxwedaneke mezin Şengal hat azadkirin û got, "Ew êşa mezin hinek be jî hate kêmkirin. Niha dem dema zîvirandina welat e, dem dema avakirina Şengalê ye. Lazime nasmeya Êzidîtahiyê li Şengalê bê parastin, lazime di nava Federasyona Kurdistanê de gelê me yê Êzidî, bi awayekî xweser ew xwe bi xwe rê ve bibe.
Li ser vî esasî em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bang li hemî gelê Kurdistanê, civaka Êzidî û dostên gelê me dikin, werin em bi hev re Şengalê ava bikin û bibin alîkar ku gelê me yê Êzidî bizîvire ser axa xwe.
Bi van hêviyan em careke din, Cejna Êzî li Civaka Êzdiyan û tevahiya Mirovahiyê pîroz dikin."