KJA'yê peyama 1’ê Îlonê weşand
Kongreya Jinên Azad (KJA), peyama 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê weşand.
Kongreya Jinên Azad (KJA), peyama 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê weşand.
Kongreya Jinên Azad (KJA), peyama 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê weşand.
Di peyamê de hat gotin ku ji ber bêrehmiya kaos, şîdet û şerê li erdnîgariya Rojhilata Navîn û Tirkiye-Kurdistanê 1’ê Îlonê bi awayekî şkestî tê pêşwazîkirin û wiha hat gotin, "Atmosfera şer pêşeroja mirovatiyê tehdîd dike û mafê jiyanê yê mafê herî gerdûnî yê mirovatiyê ye ji dest tê derxistin. Ji bo atmosfereke bi hizûr, xwişk û biratî ya bê ku ferqa ol, ziman, nîjad, mezheb û cins bê kirin were avakirin, vegera zimanê ‘aştî û muzakereyê’ yê sala 2013’an û atmosfera aştiyê berpirsyartiya her kesî ye.
'HEMBÊZKIRINA MIROVATIYA MEZIN'
Di peyamê de ev xisûs hat diyarkirin: "Em hêvî dikin 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibe ‘Hembêzkirina Mirovatiya Mezin’. Ji her beşê her mirov di rêya diçe aştî û biratiyê de gavekê biavêje û şansekî bide vê hêviyê.”