Ketina Kerboranê ji HDP’ê û DBP’ê re hat astengkirin

Rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên ku dixwestin biçin Kerboranê ji aliyê leşkerên Tirk ve li deriyê navçeyê hatin astengkirin.

Rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên ku dixwestin biçin Kerboranê ji aliyê leşkerên Tirk ve li deriyê navçeyê hatin astengkirin.

HDP’ yî û DBP’yî yên ku di nav de Hevserokê DBP’ê yê Bajarê Mêrdînê Omer Ocalan jî heye, ji bo piştgiriya gelê Kerboranê ber bi navçeyê ve ketin rê. Lê tîmên taybet nêzî 10 km dûrî navçeyê pêşiya rêveberên DBP’ê û HDP’ê girtin û ketina wan a navçeyê asteng kirin. DBP’yî û HDP’yî ji ber astengiya polîsên Tirk zivirîn Mîdyadê.

Hate ragihandin ku DBP’yî û HDP’yî yên bi armanca piştgiriya gelê Kerboranê ketibûn rê, wê sibehê careke din bi beşdarbûna Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora ve hewl bidin bikevin navçeyê.