Kesên ku li taxa Kanîka ya Nisêbînê li mala xwe digeriyan, li erdekî ripîrast rast hatin

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ev 8 meh in ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dagirkirin, li taxên Kanîka (Zeynel Abidîn) û Qijlê beşek ji têlên direhî hatin rakirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ji Adarê ve derketina derve lê qedexe ye, li 6 taxên ku bi têlên direhî hatine pêçan, ji du taxan beşek ji têlan hate rakirin.

Niştecihên taxên Kanîka û Qijle ku têlên direhî lê hatin rakirin, dema ku bi mebesta mala xwe bibînin çûyin taxê, li erdekî ripirast, rast hatin.

Taxa ku bi hezaran mal lê bûn kevir li ser kevir nemaye û bûye erdekî rast. Hate dîtin ku li mizgeftên Mele Mûsa, Paşa û Selman-î Pak ziyaneke mezin heye.

...