Aydogan çavdêriyên xwe ji ANF'ê re vegot û got, "Gundiyên em pê re axivîn ji me re gotin, dewletê bi kesên kenewîrê Hînt diçînin re li hev kiriye û di berdêla ku nehêlin gerîla bên gundan, dewletê çavên xwe li çandina madeyên narkotîkê girtiye."
Aydogan da zanîn, dewletê bi zanebûn xweza û zindiyên te de qetil kir, şehîdgeha li gundê Sîsê careke din xera kir, gorek vekirî hişt û got, "Ji bo mirovên di cejnê de gora zarokên xwe ziyaret bikin bêşînin, ev yek kirin e. Ev provokasyon e. Li pêşberî me desthilatdariyeke bi vî rengî heye, ku zilmeke wiha li gelê Kurd rewa dibîne."
ŞEWAT BI RÊYA MADEYEK JI HELÎKOPTERAN TÊ AVÊTIN, TÊ DERXISTIN!
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan da xuyakirin, ku piştî operasyon qediya, wan li 5 ji 39 gundên di navbera 23'ê Hezîranê û 3'ê Tîrmehê de hatibûn dorpêçkirin lêkolîn pêk anîne û anî ziman, li Licê hem xweza, hem jî zindiyên tê de bi zanebûn hatine qetilkirin.
Aydogan duh li gundê Sîsê, Derxust, Kerwas û gundikê Mehlê lêkolîn kir. Parlamentera HDP'ê diyar kir, li van gundên ku operasyon bi giranî li van deveran hat meşandin, qadeke berfireh a daristanî hatiye şewitandin. Aydogan ragihand, wan gelek heywanên di dema vê şewatê de telef bûne dîtine û vê gavê jî şewata li daristana deşta Fîsê dewam dike.
Aydogan da zanîn, ev şewat ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi zanebûn hatiye derxistin û got, "Gundiyan ji me re gotin, hêzên ewlekariyê madeyek mîna goga ji agir ji helîkopterê avêtine û bi vî rengî daristan şewitandine. Ji xwe şewat li cihekî ewqasî berfireh belav bûye, nepêkan e şexs vê şewatê derxîne."
ZILMA 11 ROJAN
Parlamentera HDP'ê Nûrsel Aydogan işaret bi mexdûriyeta mezin a di nava 11 rojan de li gundiyan hat kirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Gundiyan ji me re gotin, ew 11 rojan hatine hepskirin, ji ber ku trafoyên elektrîkê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine hilweşandin bê elektrîk man e, ji ber kêmaniya erzaqê wan zarokên xwe bi zorê xwedî kirine, nekarîne biçin doktor û heywanên wan ên bi rojan li axuran asê man, perîşan bûne. Leşkerên ku yek bi yek li nava malan geriyan û gefa 'Eger hûn di dema operasyonê de ji malê derkevin, û tiştek bê serê we, em ê ne berpirsyar bin' li gundiyan xwarin.
Ji xwe li gundikê Mehlê yê gundê Kerwasê, berî çend rojan kesekî jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn. Gundiyên din jî bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Gundiyan dan xuyakirin, ku di wê rojê de li herêma rezên gund şer derketiye. Piştî ku dengê qîrîn û hawarê ji vê herêmê hat bihîstin, gundî ji bo hîn bibin bê çi qewimiye bi rê ketine, lê belê tîmên taybet û jendermeyan dor li wan girtine û bi gotina 'hûn hatine bibin mertalên zindî?' li wan dane. Li holê ti sûcekî hatibû kirin tinebû, bi tenê ji ber dengê ji nava rezên wan hatî gundiyan berê xwe dan herêmê, lê 12 kes duh ji ber vê hatin girtin."
Aydogan diyar kir, hê elektrîk nehatiye gund û gundî hewl didin bi rê û rêbazên berê, malên xwe ronî bikin.
'BERIYA CEJNÊ, DEWLETÊ CAREKE DIN ŞEHÎDGEH XERA KIR'
Aydogan ragihand, dewleta ku qîma xwe bi talankirina xwezayê, bi girtina mirovan nîne, Şehîdgeha gundê Sîsê careke din xerakirin û ev agahî da: "Hêzên ewlekariyê yên berê êrîşî Şehîdgeha Licê kiribûn, di vê operasyonê de jî dîwarên mayî xera kirin, gorek vekirî hiştin." Aydogan destnîşan kir, ku ev êrîş bi zanebûn beriya cejnê hat kirin û got, "Ji bo mirovên di cejnê de gora zarokên xwe ziyaret bikin bêşînin, ev yek kirin e. Ev provokasyon e. Mirovên ku di roja destpêkê ya cejnê de biçin serdana gorên zarokên xwe, xizmên xwe, dema rewşeke bi vî rengî bibînin wê gelekî pê bêşin. Bifikirin; nahelên mirov li gora xwe jî razên. Li pêşberî me desthilatdariyeke bi vî rengî heye, ku zilmeke wiha li gelê Kurd rewa dibîne."
'DI NAVBERA YÊN KENEWÎRÊ DIÇÎNIN Û DEWLETÊ DE PEYMAN HEYE'
Parlamenter Aydogan der barê kenewîrên ku dewlet weke hinceta operasyonê nîşan didin da xuyakirin, ku ev zeviyên kenewîran di bin çavdêriya dewletê bi xwe de hatine çandin. Aydogan got, "Gundiyên em bi wan re axivîn gotin, 'ti carî li herêmê bi vî rengî vekirî kenewî nehatiye çandin. Îsal li qadeke gelekî berfireh hat çandin û ev yek li pêş çavên dewletê hat kirin. Yên kenewîrê Hînt diçînin û dewletê li hev kirine. Di berdêla ku nehêlin gerîla bikevin nava gundan, dewletê çavên xwe li çandina kenewîran girtiye'. Gundiyan dan xuyakirin, ku hin rayedar hatine gundan û ji yên vî karî dikin re gotine, 'Hûn çiqasî dixwazin ewqasî kenewîrê Hînt biçînin. Em ê vê ji nedîtî ve werin. Lê hûnê nehêlin PKK'yî werin vê derê. Eger hatin jî hûnê agahiyan bidin me'."
Aydogan da zanîn, di vê operasyona ku di nava raya giştî de weke 'operasyona herî mezin a dîrokê' tê pênasekirin de hikûmeta AKP'ê têk çûye û got, "Hikûmetê xwest gerîla tine bike û gundan vala bike. Lê bi ser neket. Ji duh ve gund careke din zindî bûn. Mirov diçin gundên xwe. Jiyanê ji nû ve destpê kir."