Kedkarên tenduristiyê dest bi çalakiya nobedê kirin

Kedkarên tenduristiyê yên ku bi armanca mudaxelekirina birîndarên li “bodrûma wehşetê” ya li Cizîrê hewl didin bikevin navçeyê, lê 2 roj in tên astengkirin, li Midyadê dest bi çalakiya nobedê kirin.

Kedkarên tenduristiyê yên ku bi armanca mudaxelekirina birîndarên li “bodrûma wehşetê” ya li Cizîrê hewl didin bikevin navçeyê, lê 2 roj in tên astengkirin, li Midyadê dest bi çalakiya nobedê kirin.

Rawestandina 14 kedkarên tenduristiyê yên dildar ên endamên TTB û SES’ê ku bi armanca mudaxelekirina birîndarên li “bodrûma wehşetê” ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ev 10 roj in li benda rakirina nexweşxaneyê ne hewl didin bikevin navçeya Cizîrê, lê 2 roj in li Hezex û Nisêbînê hatin sekinandin û destûra derbasbûyina wan nehat dayîn, dewam dike.

Kedkarên tenduristiyê îro jî tevî hemû hewldanan nikarîbûn bikevin navçeyê û neçar man vegerin Midyadê, li vir daxuyanî dan, diyar kirin ku heta bigihêjin birîndaran wê li Midyadê nobedê bigirin û hewldanên xwe dewam bikin.

Kedkarên tenduristiyên yên endamên TTB û SES ên ku ji Amed û Sêrtê hatin, destnîşan kirin ku ji bo mudaxelekirina birîndaran 24 saetan amade ne.