KCK’ê kesên di qetlîama Mereşê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, wiha got: “Ji bo ji yên ku qetlîamên Mereş, Sêwas, Çorûmê pêkanîne hesab bipirsin, em bang li tevahî Elewî û gelan dikin ku li dijî faşîzma AKP’ê rabin ser piyan, berxwedanê mezin bikin.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku ji ser qetilkirina bi sedan Kurdên Elewî, şoreşger, demokrat ên li Mereşê 37 sal derbas bû, wiha got: “Em tevahî şehîdên xwe bi mînet û rêzdarî bi bîr tînin. Li ser esasê bîranînên wan, wê têkoşîn teqez bi Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk re tacîdar bibe. Gelê me yê Elewî bi bawerî û çanda xwe ve wê xwerêveberiya xwe bi dest bixe.”
Di daxuyaniya KCK’ê de ev hatin gotin: “Çawa hikûmeta AKP’ê bi qetlîmên Amed, Pirsûs û Enqereyê ve derbeyek 12’ê Îlonê pêk anîbe, 1978’an jî hêzên dewletê yên kur qetlîamên Mereş û yên din pêk anîn, destpêkê rêveberiyên awarte îlan kirin, piştre jî derbeyên leşkerî kirin. Bûyerên dema qetlîama Mereşê û piştî wê, ji rewşa siyasî ya roja me re ronahiyê digire.”
Piştî qetlîama Mereşê rêveberiya awarte hat îlankirin, hewl dan têkoşîna azadiya Kurd û têkoşîna şoreşa demokratîk a gelên Tirkiyeyê asteng bikin. Piştî damezirandina PKK’ê ya 27’ê Mijdarê 1978’an bi mehekê şûn de pêkhatina qetlîamê, datîne holê ku bê ka di kîjan atmosfera siyasî û armancê de pêk hatiye.”
KCK’ê got, “Bi qetlîama Mereşê ji milekî hewl dan têkoşîna azadiya Kurd û têkoşîna şoreşa demokratîk a gelên Tirkiyeyê bipelçiqînin, ji milê din jî hedef kirin ku Kurdên Elewî ji ser axa wan koçber bikin, Elewiyan qir bikin” û wiha pê de çû:
MEREŞ NE TENÊ QETLÎAM E, QIRKIRINEK ELEWIYAN E
“Qetlîama Mereşê ne tenê qetlîam e; qirkirinek Elewiyan e. Piştî qetlîama Mereşê bi gelek rê û rêbazan ve koçkirina ku pêk hat ve li Mereş, Meletî, Sêwas, Semsûr, Erzîncan û Dêrsimê, qirkirinek çandî ya Kurdên Elewî pêk hatiye. Îro bi taybet li Mereş, Meletî, Sêwas û Erzîncanê Kurdên Elewî nehiştine. Ev rastiya datîne holê ku bi qetlîma Mereşê ve li gor hedefa Plana Şark Islahatê ya Tirkkirina rojavayê Firatê tevger çêbûye.
60 salî her çiqasî hewl dan jî dema salên 1978’an ditîn ku Kurdên Elewî nikarin bikin Tirk, piştî qetlîama Mereşê bi koçberkirinê ve xwestin bigihêjin armanca xwe. Ji ber ku Tevgera Azadiya Kurd derket holê, li rojavayê Firatê pêş ket, ev jî berê dewleta Tirk a qirkerê çandî da qetlîamek wiha.
Qetlîama Mereşê bi çi armancan pêk hatibe, ji bo hesabpirsîna vê qetlîamê divê armancên wê were valaderxistin. Ji ber vê jî divê veger li Mereş, Meletî, Erzîncan, Sêwas, Semsûr û Dêrsimê çêbibin. 12’ê Îlonê xwest rêxistinbûna gel belav bike, hêzên demokrasiyê şoreşger bipelçiqîne, ji bo hesabpirsîna qetlîamkerên Mereşê jî divê li her derê gel rêxistinbûyina xwe pêş bixe.”
DOSTÊ RAST Ê ELEWIYAN Û TEVAHÎ GELÊN TIRKIYEYÊ ÎRO GELÊ KURD Ê LI BER XWE DIDE YE
KCK’ê destnîşan kir ku dost, mutefîkê rast ê Kurdên Elewî, Tirkên Elewî û tevahî gelên Tirkiyeyî, îro gelê Kurd ê li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Kerboran, Silopiya, Gever û li cihên din bi lehengî li ber xwe dide ye, wiha berdewam kir: “Di serî de Elewî, ji bo gelên Tirkiye bigihêjin jiyanek azad û demokratîk divê ev berxwedan bi ser bikeve. Ji ber vê jî divê Elewî bi Kurdê xwe, Tirkê xwe re rabin ser piyan; li cem berxwedana Kurdistanê cih bigirin. Ocaxa Elewiyan û navenda berxwedanê ya herî girîng a Kurdistanê Dêrsim, divê serkêşiya vê berxwedanê bike.
Ji bo hesabpirsîna qetlîamên Mereş, Sêwas, Çorûmê û careke din nehêle qetlîam çêbibe, azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiyeyê şert e. Li ser vî esasî em bang li tevahî Elewiyan û tevahî gelên ku ji vê rejîma yekperest faşîst zext û zilm dîtiye dikin ku li dijî faşîzma AKP’ê rabin ser piyan, berxwedanê bilind bikin û Tirkiyeyê demokratîk bikin.”