Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku beriya niha bi salekê hevalbend û hevparê AKP'ê yê li Rojhilata Navîn çeteya DAIŞ'ê ya faşîst, li hemberî ciwanên sosyalîst li Pirsûsê êrîşeke bombeyî pêk anî û got, "33 ciwanên sosyalîst ên ji çar aliyên Tirkiyeyê ji bo piştgiriya Kobanê hatibûn Pirsûsê, hatin qetilkirin. Em van her 33 ciwanên sosyalîst bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin, ku em ê xewn û xeyala wan a Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk pêk bînin."
KCK'ê diyar kir, ev her 33 ciwan, ji ber ku bi feraeta têkoşîna hevpar a gelan destek dan gelê Kobanê hatin qetilkirin û wiha dewam kir: "Ji ber ku li dora berxwedana Kobanê ruhê piştgiriyê yê gelan derket holê, ev 33 ciwan hedef hatin girtin. Êrîş li hemberî ruhê Pirsûsê hatiye kirin, ku ev ruh di çalakiyên destekkirina Berxwedana Kobanê yên li sînorê Pirsûsê hatin lidarxistn de derket holê. Li Pirsûsê, bi mehan, bi deh hezaran, bi sed hezaran mirov ji bo destekkirina Berxwedana Kobanê hatin cem hev, ruh û jiyaneke nû derxistin holê. Vî ruhî di serketina Kobanê ya DAIŞ têk bir de roleke griîng lîst. Di heman demê de, mîna ku di 7'ê Hezîranê de hat dîtin, derbeke girîng li faşîzma AKP'ê xist.
AKP û hevalbendê wê DAIŞ, ji ber ku mirina xwe di vî ruhê Pirsûsê de dîtin, 33 ciwanên sosyalîst ên nûnertiya vî ruhî dikin, qetil kirin. Bi vî rengî xwestin ruhê têkoşîna hevpar a xwe dispêre biratiya gelan qels bikin. Desthilatdariyê, bi destê MÎT'ê yê li nava DAIŞ'ê re xwest, ruhê Pirsûsê bieciqîne, ku ji xwe re weke dijminê hevpar didît."
'DIJMINÊN AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ JI ÇI DITIRSIN, DIVÊ EM WÊ BÎNIN SERÊ WAN'
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî dewam kir:
"33 şehadetên li Pirsûsê bi rengekî vekirî nîşan dan ku divê şoreşger û demokratên Kurdistanî û Tirkiyeyî çi bikin. Eger dijminên azadî û demokrasiyê herî zêde ji hevgirtin û têkoşîna hevpar a gelan ditirsin, divê em jî platformên têkoşîna hevpar ava bikin, têkoşînê mezin bikin û ya jê ditirsin bînin serê wan. Eger îro li Tirkiyeyê hemû hêzên faşîst li hev kom bû bin û li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê şer îlan kiribin, wê demê divê hemû hêzên demokrasiyê jî li hev kom bibin û li dijî hêzên faşîst ên li dora faşîzma AKP'ê li hev civiyan e, têkoşînê mezin bikin. Eger ev were kirin, wê desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê di demeke kurt de bêbandor bibe û pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê vebe.
Ciwanên sosyalîst ên li Pirsûsê hatin qetilkirin, ji bo li ser şopa Îbrahîm Kaypakkaya, Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş têkoşîna hevpar mezin bikin, şehîd ketine. Lewma divê em jî van şehadetan weke fermanekê bibînin, yekîtiya têkoşîna hevpar a gelan xurt û mezin bikin. Li ser bingeha mîrateya Denîzan, Mahîran, Îbrahîm Kaypakkayayan û van ciwanên sosyalîst ên şehîd ketine Eniya Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan hatiye avakirin. Ev yek gaveke gelekî girîng e. Bi avakirina Bloka Demokrasiyê re ev gav dikare bê temamkirin. Dema ev blok hat avakirin wê xewn û xeyal ahemû şehîdên demokrasî û şoreşê pêk bê. Ev yek jî Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk e.
Tevgera Azadiyê ya Kurd, çawa ku bi berprisyariya xwe ya li pêşberî şehîdên şoreş û demokrasiyê heta niha têkoşîna xwe mezin kir, wê j bo bîranîna ciwanên sosyalîst ên li Pirsûsê hatin qetilkirin jî têkoşînê bilind bike û di avakirina Kurdistana azad û demokratîkkirina Tirkiyeyê de wê erka xwe bi cih bîne.
Li ser vê bingehê em di salvegera şehadetê ya ciwanên sosyalîst ên gelên xwe de wan bi rêzdarî bibîr tînin û li ser bingeha biratiya gelan banga mezinkirina têkoşînê dikin."